Pêr sibehî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdidtanê êriş pêk hatibû û di wê êrişê de li gel rûxandina gelek avahî û kargehan, bi dehan welatî birîndar bûbûn û bi dehan welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî agahiyên Desteya Tenduristiyê ya Qamişloyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî heta niha bûye 49 û yên birîndar jî 177 e.
Li taxa êriş lê pêkhatî ango taxa Xerbî lêgerîn û rizgarkirinê doh dewam kir û gelek cenaze ji binê xirbeyan hatin derxistin û di encamê de hejmara kesên jiyana xwe di komkujiyê de jidestdayî doh weke 49 hat diyarkirin. Desteya Tenduristiyê da zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e û di teqînê de hin kesên winda jî hene û ji bo dîtina wan lêgerîn didomin.
QAMIŞLO