
Kurekê din ê Ocalan jî ji ber şîdeta polîsan felç bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye. Ocalan a ku tevî 6 neviyên xwe têkoşîna jiyanê dimişîne diyar dike ku heta emrê wê hebe dê girêdayî riya 4 kurên xwe be û li ser wê rê de bimeşe.
Cemîle Ocalan a 80 salî ku li Pirsûsa Rihayê dijî tevî 6 neviyên xwe têkoşîna jiyanê dide. Dayika 4 zarokan a bi navê Cemîle Ocalan ji ber şerê li herêmê tê jiyandin êşekî pir mezin jiyaye. Ocalan hevjînê xwe 41 sal berê di qezayekî trafîkê winda dike û piştre bi tevî 4 zarokên xwe dest bi têkoşîna jiyanê dike. Dayika Ocalan ji bo zarokên xwe mezin bike û li wan binêre di şert û mercên pir giran de xebitiye û gelek caran be karên dirûtinê debara xwe kiriye. Dayika Ocalan ji bo zarokên xwe xwedî bike li Gundê Kîrmî ya girêdayî Pirsûsê bi cih bûye. Di 12'ê Îlon a 1980'an dema cuntaya leşkerî pêk tê kurê wê yê mezin Faysal tê binçavkirin û girtin. Ocalan dema piştî 40 roj diçe girtîgehê kurê xwe di nava kincên hizhizî dibîne. Dayika Ocalan diyar kir ku kurê wê Faysal li Girtîgeha Amedê 4 sal, li Girtîgeha Meletiyê jî 3 sal maye û da zanîn ku kurê wê piştî ji girtîgehê derketiye ji ber zextên dewletê di sala 1990'an tev li refên PKK'ê bûye û di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest daye.
Ji 2 kurê xwe agahî nagire
Dayika Ocalan destnîşan kir ku kurê xwe Faysal di bin çavdêriya polîs û leşkeran defin kiriye û wiha got: "17 sal berê jî kurê min ê li zanîngehê dixwîne, Fatîh bertek li hemberî kuştina birayê xwe Faysal da û tev li refên PKK'ê bû. Piştî Fatîh kurê min Faîk jî li pey birayê xwe tev li PKK'ê bû. Niha derbarî Fatîh û Faîk tu agahî nagirim. Nizanim dijîn an na."
Şîdeta polîsan felç kir
Dayika Ocalan diyar kir ku 7 sal berê kurê wê Fîkret ku 6 zarokê wî hebû ji ber felçbûnê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Piştî kurê min Fatîh tev li PKK'ê bû polîsan bi ser mala me de girt û di serdegirtinê şîdet li kurê min Fîkret kir. Ji ber vî şîdetê damarên sînîr ên Fîkret zerar dît û felç bû. Ew jî 7 sal berê ji ber felçbûnê jiyana xwe ji dest da." Dayika Ocalan a ku zarokên xwe di nava şert û mercên giran de mezin kir niha bi 6 neviyên xwe û bûka xwe têkoşîna jiyanê dide.
Ji bo paşnavê Ocalan zehmetî
Dayika Ocalan diyar kir ku paşnavê wan û Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan wekhev e û ligel tu xizimtiya wan tuneye jî nikarin ji tu derfetên dewletê sûdê bigirin. Dayika Ocalan Zextên dewletê li ser malbata wê didome û ji ber ku Kurd e van êşa kişandiye. Dayika Ocalan a kevirê gora kurê xwe dike û hêsiran dibarîne dide zanîn ku heta emrê wê hebe dê li ser riya 4 kurên xwe bi israr bimeşe û bi wan girêdayî bimîne.
DÎHA/RİHA