Ez niha li Duhokê me, va çend roje ku em fîlmên netewî û biyanî, sînemayen cîhanî temaşe dikin. Birastî jî ev cara duyeme ku li Başurê Kurdistanê beşdarî festîvala Duhok a Navnetewî dibim û bi çavên xwe dibinim ku Kurd êdî li bi sînema ve li cîhanê têkiliyeke xurt pêk tînîn. Bi filma vekirinê jî jixwe naverok û qalîteya mihrîcanê xwe nîşan dabû ku ew film filma Hisam Zaman e, li çar welatan hatiye kişandin, bi pivana sînemaya cîhanî hatiye sazkirin. Hisam Zaman, bi çirokeke evîndarî û tev da civakî ve birastî jî karekî cîhanî yê sînemayê kiriye. Jixwe yên ku tevlî 2. Film Festivala Duhok ya Navnetewî bûna, bi taybetî jî pispor û rexnegirên navnetewî, li her derê cîhanê, her car nerîna xwe ya erênî anîn ziman. Ne tenê ew, di her qadê de, em dikarin bêjin di qada sînemaya cîhanî bigirin, kurte film, belgefilm, her wiha lijneyên hilbijartinê ve jî, asteke jor girtiye.
Le ji van her her cureyan wêdetir, taybet doh Taha Karîmî dîsa mohra xwe li festîvala Duhokê xist… Bi nêrîn, bi ziman û tevgere kamera, bi reng û bi deng, bi çîrok û bi destgirtina wê cîrokê, bi şêwaz û bi mekan, bi her awayî taybetmendiya xwe li ber çavên hemû temaşevan û sînemagiran nîşan da Taha... Malbata Taha jî li wê derê bû, li ser kesayetî û jiyana wî axifîn, ku hestir di çavên kesekî de neman… Ji ber ku şehîdbûna Taha, ne tenê însanên Kurd û ne tenê temaşevan, birastî ji bo hemû sînemager yen cîhanê jî wendahiyeke gelekî mezin bû, filme wî yê doh jî nîşan da ku, ev valahî tu car, bi tu awayî tije nabe.
Ji ber ku însan bi sînemaya wî dibîne; her çi çîrok dibe bila bibe, gava ku Taha wê çîrokê bigire dest, bi dilê xwe dihijîne, bi hişmendiyeke kamil jî wê çîrokê dinere û tu carî karekî necidî nake.
Qasî ku min Taha naskir û pe re axifîm, ez bi dilekî rehet dikarim bejim Taha stêrkeke sînema ya Kurd bû… Bi çend filman biriqî jî, le Xwedayê jor ewqasî derfet neda Taha ku ew ronahiya xwe zêde zêde bide gele Kurd û sînemagerên cihanê… Doh bi taybet ji bo vê yeke êşiyam, wekî her temaşevan ku filmên Taha Karîmî dîtine...
Êşa Taha Karîmî
Demsal zivistan û em li Silêmaniyê bûn... Bi revebirtiya Mala Sînema, li ser sînemaya Kurd û Yilmaz Guney panelek hate lidarxistin û me jî li wir wek axaftwan nerîna xwe dianî ziman. Taha Karîmî jî bi me re bû. Di nav me de kese ku emre wî herî biçuk jî Taha bû. Lê gava ku panelê destpê kir, em hemû pe hesiyan ku birastî jî di ware sînemayê da, di hişmendiya Kurdewarî de Taha ji me hemuyan re meşiya bu. Ew panêl yek car di bîra min de wenda nebû û ez her dem li ser fikirîm. Ji ber ku Taha, gelek nerînên cuda, teze, tegihiştî, di qada hişmendiyê de ter û tiji, di warê sînemayê da jî nerînên şoreşgerî û kamili anî bûn ziman. Wek însanekî bi tecrube ku tu yê bêjî ev kes herî kêm 40 saleya xwe bi kare sînemayê re derbas kiriye û ilmê dinyayê, diroka mirovahiyê lêkoliyê, baş xwendiyê û wek bi awayeki fîlozofiyane ber çav derbas kiriye. Sînemaya Taha ji bi kesayetiya wî ve sedansed giredayî û karekî wekxwe bû.