BERÎTAN CAONOZER / JINNEWS / STENBOL


Filma rojnamevan Dîlek Gul ya bi navê ‘Eşîk (şêmûg)’ derdikeve pêşberî temaşevanan. Film serpêhatiya çar jinên ji Sûriyeyê vedibêje. Dîlek Gulê der barê filmê de got, “Jin beyî ji dewlet û mêran tiştekî bipên, dikarin li ser piyan bisekinin. Em bi ku dera vê têkoşînê bigirin jî, ev destketiyek e. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî galaya filmê bibin.”

Rojnamevan Dîlek Gul da zanîn ku ne mumkin bû ku xwe bigihîne hemû jinan lê bi piştgiriya Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Şîdeta Zayendî xwe gihandine van çar jinan û filmeke biyografîk amade kirine. Tevî çar jinên cuda, çar serpêhatiyên cuda jî film van jinan di hesta hevpar de tîne cem hev.

 

Jin bi mexdurbûnê hatin dîtin

Dîlek Gul a ku ji ÎMC TV´ya bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK’) hatî girtin re  nûçegîhanî dikir, got, dema wê nûçegihanî dikir, li herêma şer xebitiye û jinên li wir tesîr li wê kirine, ji ber vê jî  wê dest bi xebatek wisa kiriye. Dîlek Gul wiha peyivî: “Di dema nûçegîhaniyê de min li gelek nuqteyan nûçe çêkirin. Ez li Dîlok û Rihayê xebitîm. Tobloyên li vir qet ne baş bûn. Jinên Sûriyeyê her tim bi fuhuş, tecawiz, tacîz û mexduriyetên cuda dihatin rojevê.”

 

‘Min xwe gîhand jinan’

Dîlek Gulê da xuyakirin ku kêm be jî ji bo piştgiriyê bide têkoşîna jinan, dest bi vê projeyê kiriye û wiha pê de çû: “Yek bi yek min xwe gihand jinên Sûriyeyî. Ev di heman demê de projeyeke ekîbê ye. Min bi tena serê xwe ev xebat nemeşand.” Dîlek Gulê di dewamê de got, ka çawa dest bi projeyê kiriye roj bi roj mezin bûne, armanca wan ew bû ku xwe bigihînin 10 jinan, lê wan bi 30 jinî re hevdîtin û hevpeyvîn kirine.  Dîlek Gul wiha axivî: “Me bi atolyeyan li pirsgirêkên jinan guhdarî kir. Me nexşerêya xwe diyar kir. Yanî min faaliyetên xwe yên rojnamevaniyê jî meşandin.”

Dîlek Gulê got, serpêhatiya her jinekê xwedî wateyeke cuda ye û hemû serpêhatiyan bandor li wê kiriye. Filmê ‘eşîk’ di 27’ê Mijdarê de saet 19.00’an wê li navenda Çanda Fransî li stenbolê derkeve pêşberî temaşevanan.