Serokê Eşîra Surçî diyar kir ku yekîtiya aliyên Kurd girîng e û bang li eşîr û aliyên siyasî kir da ku bi hev re kar ji bo armancên neteweya Kurd bikin.
Serokê Eşîra Surçî Necim Omer Axa bal kişand ser girîngiya rola eşîran a di pêkanîna yekîtiya Kurdan û got; “Li gorî me baş e ku yekgirtin û aramiya eşîran hebe. Ji bo pêkanîna yekîtiyê û yekgirtinê di navbera eşîr û aliyên siyasî de guftûgo divê hebe.”
Necim Omer Axa li dijî bombebarankirina xaka Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Em li ser xaka xwe ne. Em neçûne ser xaka ti kesî û me xaka ti kesê dagir nekiriye. Li gorî me baş e ku Tirkiye, Îran û dewletên cîran rêzê ji serweriya xaka me re bigirin.”
HEWLÊR