Şêxê êşîra El-Mihêd, Hamid El-Efat da zanîn ku hemû eşîreyên herêmê piştgiriya şervanên Xezeba Firatê dikin û bendewarên rizgariyê ne. El-Efat  got ku ev demeke dirêje şêniyên herêmê li benda Hêzên QSD′ê ne ku wan ji zulma çeteyan DAIŞ′ê rizgar bikin û wiha aixvî : ″Em piştigirya şervanên Xezeba Firatê dikin. Çeteyên DAIŞ’ê eşîrên herêmê ji hev qut kirin û dinehişt ku li hev bicivin, her wiha malên şêxên eşîran gund dirûxandin û şêxên ku li gorî fermanên wan tev nedigeriyan,  ew neçar dikirin ku ji gund derkevin.″

Hamid El-Efat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû eşîrên Raqayê hewl didin ji bajêr derkevin û xwe bispêrin herêmên rizgarkirî û ev tişt anî ziman: ″Gelek eşîreyên ku çeteyên DAIŞ′ê qebûl kirine û li gorî wan tev geriyan, poşman bûne û li benda şervanên QSD′ê ne ku wan ji zulma çeteyan rizgar bikin. ″

Esîreya El-Mihêd yek ji eşîreyên gundê Himêmiyê yê 20 km dikeve başûr rojavayê gundê Qadiriyê yê girêdayî bajarê Raqayê ye.


NÛRHAN EBDÎ  / ANHA / REQA