Li Kurdistanê eşîrên ku heta niha li dervê tevgera Kurd disekinîn û di nava partiyên pergalê de cih digirtin yek bi yek di bin baneyê sîwana tevgara Kurd a azadiyê de li hev kom dibin. Li Rihayê jî yek ji eşîrên mezin eşîra Kêjan ji AKP’ê qetiya û derbasî HDP’ê bû. Eşîra Kêjan ku 7 hezar dengê wan heye û li Sêweregê cerdevaniyê dikin, ji ber polîtîkayên AKP’ê yên der barê pirsgirêka Kurd de ji AKP’ê veqetiyan û tevlî HDP’ê bûn. Pêşengê eşîrê Mehmet Kıran û mezinên eşîrê pêr di mîtînga HDP’ê ya li Qada Cumhuriyetê ya Sêweregê de tevlêbûna xwe aşkere kirin. Di mitînga pêr li Sêweregê pêkhat de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emine Ayna, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir û Îbrahim Ayhan amade bûn. Di mîtîngê de pêşengê Eşira Kêjan Mehmet Kiran diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên şaş tev li HDP’ê bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk rozeta HDP’ê bi Kiran ve kir.
DÎHA/RIHA