Ewilî namzetê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu destpê kiriye û qala pêvajoyê kiriye. Erenoglu pêvajoya destgirtina xwe û azadkirina xwe kemperandiye û axaftineke were kiriye ku, tu dibêjî qey zaningeha qeymeqamtiyê na, li “Zanîngeha Bilind ya Çiya” xwendiye: “Gava ku em hatin pêvajoyeke cuda destpê kirîbû, vaye em diçin pêvajoyeke cuda destpê kiriye. Em di nava pêvajoyeke xweş de ne. Li gor çavderiyên me pêvajo ber bi erenî ve diçe. Li gor derfetan çi ji destê me hat me kir. Bi me pêvajoyeke nazîk destpê kirîbû, aniha em hê hewayekî xweş dijîn. Ji bo ku ez bigihîjim malbata xwe dilşad im.”
Însan nizane bigirî an bikene. Yên ku axivîne, serbaz û çawişa pispor, leşker û yên din, hemû jî di nav axaftinên xwe de pêyva “süreç” bikaranîne. Kî xweşikti ya “süreç”ê aniye ziman, kî dijberî “süreç”ê re axiviye ne diyar e, kî ji “süreç”ê re çi wate bar kiriye ew jî nayê fêhmkirin. Tenê tu dibînî êsîran tev jî di hevokên xwe de “süreç” bicih kirine lê, ji wê mebesta wan çiye jî ne zelal e.
Bila şaş neyên fêhmkirin, ez qala van axaftinan dikim lê, armanca min ne di nav vê mijarê de mijarekî kenê derxistin e. Gava ku min ew axaftin xwendin, birastî jî çavên min tijî bûn. Ji ber ku careke din ez têgihîştim ku, "êsîrketin" bi xwe êşek e, dijwar e, însan diêşîne, dilê mirov tijî tirs dike û hişmendiya însanan tev li hev dike, hêst perçe perçe dibe û cesaret jî, zanîn jî wateya xwe wenda dike.
Ji aliyekî jî Êsîrtî hevnasîn e... Mirov dijminê xwe nas dike. Çawa ku wê roja borî, leşkerekî Tirk derketî bû ser ekrana televizyonê û çiroka xwe vedigot: “Di şerê de, li Çiyayê Tendurekê min tabûra xwe wenda kir, sê roj li ser çiya mam. Tî û birçî… Sê roj şûnda ez rabûm ser pî û çawa ku ez li dora kevirekî ziviriyam, tev bi gerilayek rû bi rû hatim. Çavê me hevudu ket û ew ji min re got, ‘heval metirse, tiştek tune, hema gulê xwe bide ber namlûya xwe, wisa tirsê xwe dewisîne.’ Av dan min, lê nehîştin hema ez di carekî de vexwim. Ji bo tendurustiya min, sifte lêvên min bi av kirin, nerm kirin, paşê min av vexwar.” Ew leşker, li wê derê hişmendiya xwe, bi xêra naskirinekî pêş dixe.
Êsîrtî pêhesîn û têgihîştin e, însan bi însan ji hev dihese. Êsîrtî, ji bo însan demek vedike, ku bila ew însan li ser naverok û piratîka jiyana xwe bifikire. Êsîrtî ji bo têgihîştinê firsendeke. Însan têdigihîje xwe, têdigihîje cîrana xwe, têdigihîje jiyana xwe, têdigihîje civaka xwe û ya din, têdigihîje axê, têdigihîje ernigariyê, têdigihîje wateya jiyanê tevahî û hew…
Ez bawerim, ew êsîrên ku bi biryara tevgerê digihên malbatên xwe, ango azad dibin, di heman demê de digihîjin fikrekî jî... Gihaştin hişmendiyek û bi xêra mayîna wan a li ser çiya, hêrsên xwe zelînandin, ji hêstên dijmintî ya ku heya vê rojê tijî bûbûn xwe ji wê nexweşiyê xilas kirin, taybet Kurd û şoreşgerên wan naskirin, berxwedanî çiye û bi çi rengî tê meşandin dîtin.
Xêncî wê jî, ez bawerim dîtin ku “süreç” a heri xweş jiyan a azad bi xwe ye. Dîsa bawerim têbigihîjin ku, ew maf mafa gelê Kurd e jî...
Êsîrtî û “Süreç a Xweş”
Emê vê car bi Kurdî û bi Tirkî tevli hev bikin. Birastî jî destê min naçe ez li dor qada Ozgur Amed – Kürt 2.0 bigerim, lê carina tiştên wisa dibe ku, însan nikare xwe rawestîne. Doh, ji bo azadkirina êsîrên xebatkarên gelemper ya dewletê Tirk li Qendîlê merasîmek çêbû. Di wê merasîmê de yên ku herî zêde bala min kişand axaftina êsîran bû.