Di dema hevdîtina cejnê de Raziye Soner bi 3 zarokên xwe re bi dijwarî hatin derbkirin. Soner ên ku bi gotina "Hûnê hêza Tirkan bibînin" hatin derbkirin, eşkera kirin ku heta dayika wan li ser hişê xwe çûye, li wê dane û di çi rewşê de ye ew nizanin. Malbata ku rapora derbkirinê wergirtin, dê serlêdana sûc bikin.
Di rojên borî de jî hatibû eşkerakirin ku gava jinên ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsusê dihatin kirin, rastî destwerdan û êşkenceyê hatibûn. Herî dawî malbatên girtiyan ên ku çûn hevdîtina cejnê jî hatin derbkirin. Hefteyeke berê Raziye Soner a 57 salî sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsusê hatibû kirin, zarokên wê çûn serdanê û derbkirina dayika xwe vegotin.
Li zarokan jî xistin
Leyla Soner a ji bo hevdîtina bi dayika xwe re çû girtîgehê, diyar kir ku dayika wê xwestiye xêrhatina malbatên girtiyên din bike, lê gardiyanan astengî derxistiye. Piştî dayika wê li dij vê yekê derdike gardiyan heqaretê li dayika wê dikin. Soner di vê der barê de got: "Em tevde li dijî heqaretên gardiyanan rabûn. Li ser vê gardiyanan destpêkê birayê min derb kir. 2 ferdên malbata me ji cihê hevdîtinê derxistin û birin cihekî din, heta laşê wan reş û sor bû li wan xistin. Ji ber derbkirina xwişk û birayên min, dayika min bertek da nîşan û vê carê jî li dayika me xistin heta hişê wê ji serê wê çû."
Bi rewşa dayika xwe nizanin
Soner eşkera kir ku piştî dayika wan li ser hişê xwe çûye, wan xwestiye alîkariyê bidinê, lê gardiyana dîsa astengî derxistiye û got: "Gardiyanan got 'Tu nikarî dest bidê' û em rawestandin. Pişt re em derb kirin û em ji girtîgehê avêtin derve. Dema ez derketim derve, qasî 100 polîs, leşker û gardiyanan, li xweşk û birayên min xistibûn. Her derê wan di nav birînan de bû û cilên wan tev hatibû çirandin. Rewşa dayika me çi ye em nizanin."