Bi qedexekirina şîngirtina ji bo Koçer Ozdal ê bi neheqî û êşkenceya li girtîgehê jiyana xwe jidestdayî, Dewleta Tirk nîşan da ku ew dikare êşkencê hem li saxan û hem jî li miriyan bike.

Girtiyê bi penceşêrê jiyana xwe ji dest dayî, Koçer Ozdal, bi beşdariya malbatê tenê hat veşartin. Eskeran destûr neda li gund konê şînê bê vedan.

Cenazeyê girtiyê nexweşiya penceşêrê, Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dest û ling kelepçekirî jiyana xwe ji dest dayî li gundê Kêrs ê ser bi navçeya Gumgimê ya Mûşê, hat veşartin. Li gundê Înakê yê bi ser navçeyê, polês û esker ketin pêşiya konvoya cenaze û destûr nedan parlamenterên HDP’ê û welatî beşdarî merasîma Ozdal bibin. Destûra beşdariya merasîmê ya malbatê tenê hat dayîn.

Şîn jî qedexe kirin

Hat zanîn ku piştî merasîma cenaze leşkeran ji bo malbat konê şînê venede, zext li malbatê kiriye. Doh ji serê sibê ve parlamenterên HDP’ê li nuqteya lêgerînê hatin sekinandin. Eskerên Tirk destûr neda parlamenter û welatî beşdarî merasîmê bibin.

Parlamenterên HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Şevîn Coşkun û Mensûr Işik, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, hevserok û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mûş û Wanê, welatî û xizmên Ozdal ên xwestin biçin gund, li benda dewleta Tirk a dagirker aliqîn. Dewleta Tirk şîn jî li Kurdan qedexe dikir. Eskeran ji heyetê re got, “fermana walîtiyê heye” û bi vê hincetê destûra heyetê nehat dayîn ku biçe gund û beşdarî merasîma cenaze bibe. Esker û HDP’iyan bê navber li ser mijarê nîqaş kir.

Piştî nîqaşên dûr û dirêj, eskeran tenê destûra çûyîna gund a hin xizmên Ozdal ên ji bajarên cuda hatibûn, da. Cenazeyê Ozdal li gund hat veşartin, lê hat zanîn ku eskeran zext li xizmîn Ozdal kiriye da ku konê şînê venedin.

 

MA/MÛŞ

 
 

Apê Koçer moral bû

   

Rojnamevan Erdogan Alayûmat ku tevî Apê Koçer (Koçer Ozdal) ku li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê, kelemçekirî jiyana xwe ji dest da, di girtîgehê de ma, behsa Ozdal kir. Alayûmat got: “Di hucreyê de jî em kêfxweş dikirin.”

Koçer Ozdalê 62 salî ku 4 salan di girtîgehê de ma, ji ber pençeşêrê rehmet kir. Sala 2015’an li Ozdal û kurê wî Savci Ozdal cezayê muebeta girankirî hat birrîn. Ozdal sala 2016’an tevî kurê xwe ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin sewqkirin. Kurê wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Tokatê û ew jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Erdogan Alayûmat ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tevî Koçer Ozdal di heman girtîgehê de ma, behsa Koçer Ozdal kir.

 Rûhê wî ciwan bû

Alayûmat ji bo Ozdal got: “Em ciwan li ber wî ne ti tişt bûn. Dibe ku di warê fizîkî de extiyar bû, lê hevalekî me yê ruhê wî ciwan bû. Tu carî min nedît ku mahdê xwe tirş kiriye. Rûyê wî tim li ken bû û hevalên li girtîgehê kêfxweş dikirin.” Alayûmat got, di şert û mercên hêwî yên girtîgehê de jî tim dimeşiya û gotm “Her sibeh hemû heval li dor diciviyan û paşê me bi gogê dilîst. Lê belê her çend temendirêj bû jî, lê wek pola bû. Ozdal nedihişt kes rûnê û hevalên tevlî çalakiyên sporê û yên din nedibûn, rexne dikirin.“

Ew Apê Koçer bû 

Alayûmat diyar kir ku ew û Ozdal di heman qawîşê de bûn. Alayûmat, diyar kir ku Ozdal nedihişt moralê ti kesî xirab bibe û got, “Ew, Apê Koçerê girtîgehê bû. Ti hevalên li qawîşê nizanibûn bi paşnavê wî. Herkesî jê re digot Apê Koçer. Ji ber ku herkesî wisa digot, êdî îdareya girtîgehê jî jê re digot Apê Koçer.”

Moral dida girtiyan

Alayûmat, diyar kir ku piştî cezayê Ozdal tê erêkirin, wî dixin hucreyê û got, “Dema me bihîst cezayê Apê Koçer hatiye erêkirin, qawîş hemû bêdeng bû. Kesî tiştek nedigot. Lê di vê atmosferê de jî dîsa Apê Koçer bi hewara me ve hat. Bi moralê xwe ew atmosfera reşbîn belawela kir. Dema me ew bi rê kir, gotina wî ya dawî di bîra min de ma. Dema ji derî derket li me zîvirî û got ‘Aha, îjar niha min dibin zindanê.’ Me tim pêwendî pê re datanî. Di hucreyê de jî em kêfxweş dikirin.”

Du salan di hucreyê de ma 

Alayûmat, diyar kir ku piştî Ozdal xistin hucreyê, bi tena serê xwe 2 salan di hucreyê de ma û ji ber xwendin û nivîsandina wî tine bû û nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bîne, lê belê îdareya girtîgehê ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî û revîrê ragihîne daxwazname lê ferz dikirin. Alayûmat, diyar kir ku Ozdal xwestiye wî sewqî Girtîgeha Tokatê cem kurê wî bikin, lê belê ji ber ku xwendin û nivîsandina wî tine bû, wî ev daxwaz bi devkî gotiye, lê belê nehatiye qebûlkirin.

Nehat dermankirin

Alayûmat zilma ku bi dermannekirinê li Apê Koçer hatiye kirin jî wiha vegot: “Heta di hucreyê de bû, dema wî dibirin revîrê tenê hebên êşbir û antîbiyotîk didanê û ew dişandin hucreyê. Di hucreyê de nexweşiya wî giran bû û dema êdî nikaribû bi tena serê xwe biçe tuwaletê, ew sewqî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê teşxîsa pençeşêra mesaneyê lê danîn û li wir hat zanîn ku gurçikên wî jî îflas kirine. Dema pençeşêr li tevahiya bedena wî belav bû, Ozdal li girtîgehê hat emeliyatkirin, lê belê piştî emeliyatê kes tine bû lê binihêre. Piştî hevalên girtî bi îdareyê re hevdîtin kirin ew anîn qawîşê. Piştî ew anîn qawîşê, Ozdal her roj bi diyalîzê ve girêdan û piştî nexweşiya wî girantir bû ew sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê kirin.”

 

MA/RIHA

 
 

Dewleta Tirk heta ku karîbû zilm kir

 

Piştî ew sewqî nexweşxaneyê kirin, bi hinceta ‘odeya mehkûman tine ye’ nehat dermankirin. Bêyî mudaxele, Ozdal bi hefteyan li nexweşxaneyê ma û çend roj berê ew xistin ûnîteya beşa lezgîn û dest bi dermankirina wî hat kirin. Ozdal bi pêkanînên dermirovî re rû bi rû ma. Destûra kesî nehat dayîn ku têkeve odeya lê dimîne û heta dozger destûr nedaya malbata wî jî nikaribû têkeve odeya wî. Her wiha bi ser de jî dest û piyên Ozdal bi textêxewê ve hatin kelemçekirin û bi vî awayî çavê xwe li dinyayê miçkirin.