Li zindana Wanê ya dewleta Tirk a dagirker, 10 gardiyanan li Şerafettîn Demîr êşkence kir. Demir 3 sal in, tenê di hucreyekê de ye. Bûyerên êşkencê salên dawî gelek zêde bûne û bi vê bûyerê diyar dibe ku êşkence sîstematîk bûye.

Li zindana Wanê ya dewleta Tirk a dagirker, gardiyanan di bin navê lêgerînê de bi ser hucreya yek kesî ya Şerafettîn Demîr de girtin û lê danê; êşkence lê kirin.

Şerafettîn Demîr ê ji sala 2011’an ve girtiye, 3 sal in ku di hucreya yek kesî de tê hiştin. 10 gardiyan 10’ê Çileyê bi ser hucreya wî de girtin, lêdan û êşkence lê kirin.

Bavê Demîr, Cemal Demîr der barê bûyerê de agahî dan û da zanîn ku hevjîna wî û kurê wî roja Înê 10’ê Çile çûne hevdîtinê û got: “Rêveberiya girtîgehê dest pê kê ji wan re dibêje ‘hîna dor nehatiye we’ û wan dide rawestandin. Dû re dema kurê min û hevjîna min dîsan pirs dikin vê carê ji wan re dibêjin, Şerafettîn birine nexweşxaneyê. Piştî demekê radiwestin, wan dixin odeyekê de û bi tenê hevdîtinê dikin. Berê bi malbatên girtiyên din re hevdîtin pêk dihat, lê vê carê jî tenê di odeyekê de dihêlin hevdîtin pêk bê.”

Di hucreyê de êşkence

Bavê Demîr, qala gotûbêja di navbera kur û hevjîna xwe de kir û got: “Hevjîna min ji kurê min pirsiye ‘Çiyê te heye, gelo çima tu birin nexweşxanê?’. Kurê min jî dibêje, ‘Tiştek tineye dayê.’ Çi dema ku hevjîna min destê kurê min digire, şopên derb û lêdanê dibîne. Zendê wî sor bûne û li ser destên wî şopên neynokan hebûne. Hevjîna min li ser vê yekê dîsa jê pirsiye ‘Qey li te dane?’. Kurê min dû re qala meseleyê dike û dibêje; “Serê sibê 10 gardiyan ketin hucreya min. Alavên min hemû ji hev bela wela kirin. Êrişî min kirin. Piştî ku li min dan birin revîra zindanê. Lê rapor nadin.”

Rayedarên zindanê bersiv nedan

Bavê Demîr, Cemal Demîr ê meseleyê dibe cem Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê dibêje: “Gelo ka dad û edalet li ku ye? Ev zilm e, heqaret e û zordestî ye. Gelo ev di ku dera Îslamiyetê de heye? Çawa dibe ku 10 kes li kesekî di hucreyê de bidin. Ka li ku ye edaleta we?”

Der barê meseleyê pirs ji rayedarên zindana Wanê ya dewleta Tirk a dagirker hat kirin, lê bi bahaneya mudîr ne amade ye, agahî nedan.

 

 MA/WAN