Di doza li dijî ciwanên Nisêbînê de ku piştî berxwedana xwerêveberiyê hatin tehliyekirin, qotika cixarê jî kirine delîlê sûc û madeyên ku nabin delîl, delîl hatine nîşandan. Bi ser halan de parastina li dadgehê, li girtîgehê weke êşkence li girtiyan vedigere. YASÎN KOBULAN MA / STENBOL Ji parêzerên 70 kesên di doza berxwendana xwerêveberiyê ya Nisêbînê tên dadgehkirin parêzer Rengîn Ergul, behsa hûrgiliyên dozê kir û got, “Girtî di parastinên xwe yên li dadgehê de dibêjin ‘parastina em li vir dikin, li girtîgehê dizîvire êşkenceyê.’ Gefên kuştinê li girtiyan dixwin.” Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, di berxwedana xwerêveberiyê de 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn tahliyekirin. Ev kes paşê hatin girtin û doz li wan hat vekirin. Rûniştina doza zarokan 28’ê Hezîranê û rûniştina mezinan jî di 9-10’ê Tîrmehê de pêk hat. 17 zarok li şûna dadgeha zarokan, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tên dadgehkirin. 70’ê kesên ji ber dozê girtî, li girtîgehên Osmaniye, Tokat, Xarpêt, Ereglî, Dîlok, Riha, Bandirma, Siwêreg, Erzîngan, Kayserî, Sîncan, Wan, Oltu, Tarsûs, Tekîrdag, Metrîs, Panos, Midyad, Amed, Izmîr û Hatayê tên ragirtin. Ev girtî bi sedan kîlo metro ji cihê lê hatin sûcdarkirin dûr in û dema wan tînin rûniştina esker muameleya xerab û zextan li wan dikin. Ji xwe girtiyan jî behsa vê yekê di parastina xwe ya li dadgehê de kir. Eşkere êşkence kirin Rengîn Ergul, endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ye û ji parêzerên dozê ye. Ergul dîmenên kesên tên dadgehkirin dema ji Nisêbînê derxistin bi bîr xist û got, “Êşkenceyê ji dîmenên nav Nisêbînê dest pê kir. Di wêneyên teşxîsa girtikan de rûyê zarok û mezinan hemû reş û şîn û werimî bû. Li ser cilên wan xwîn heye. Dema kêliya binçavkirinê û îşkenceya di binçavan de hev temam dikin. Hem girtî û hem jî parêzer di her astê de vê yekê tînin ziman.” Dadgeheke pêkenok delîlên pûç Ergul bi bîr xist ku 17 zarok li dadgeha cezayê giran tên dadgehkirin û got, “Ev jî li dijî pergala edaletê ya zarokan e. Di edaleta pergala zarokan de armanca ewilîn parastina zarokan e. Lê, bi dadgehkirina heyî dixwazin zarokan ceza bikin. Ev dadgehkirineke li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.” Ergul da zanîn ku xelkê û milîtanan ji hev naqetînin û wiha dewam kir, “Qotika cixarê jî kirin e delîlê sûc û miwekîlê wê ji ber qotika cixarê ya li Nisêbînê hatiye dîtin, esas hatiye girtin.” Ergul diyar kir ku madeya antîmom jî kirin e delîlê sûc û madeya antîmomê nabe sedemê sûc. Êşkencekar hatin tesbîtkirin lê… Parêzer Ergul destnîşan kir ku girtiyan polîsê êşkencekar li salona dadgehê nas kirine, xwestine wî ji salonê derxin, lê tevî vê jî daxwaza wan hatiye redkirin. Ergul anî ziman ku ji ber parastina girtiyan giliyê wan hatiye kirin û dozgeriyê bi hincetên “pesindayîna sûc û sûcdar” û “heqaret li serokkomar kirine” gilî kiriye. Parêzer Rengîn Ergul îşaret miameleya xirab û êşkenceya li miwekilên wê tê kirin, kir û got, “Bi taybetî miwekîlên me yên li girtîgeha Osmaniyeyê dimînin her tim êşkence li wan tê kirin û miameleya nebaş li wan dikin. Gardiyan û esker her tim gefên kuştinê li wan dixwin. Girtî di parastinên xwe yên li dadgehê de dibêjin ‘parastina em li vir dikin, li girtîgehê dizivire êşkenceyê.’ Polîs li ber me disekinin û em wisa parastinê dikin. Em jî ne di nêvengek bi ewle de ne. Bi vî awayî ne pêkan e darizandinek adilane pêk were. Em dikin û nakin xwe nagîhînin dosyeya lêpirsînê ya êşkenceyê.”