
Dewleta Tirk li ser girtiyên Kurd polîtîkayên êşkenceyê dimeşîne. Girtiyên siyasî yên Girtîtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, derpêşkirin ku çalakiyên wan ên civakî tên astengkirin. Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derdikevin rastî lêdanê tên. Li aliyê din di derbarê şewate li girtîgeha Edeneyê ku di koxûşa zarokan de rû dabû agahiyên nû hatin bidestxistin.
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê di nameyên ji malbata xwe re şandin de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Hat diyarkirin ku nêzî 60 girtî li girtîgehê dimînin û piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê binpêkirinên mafan zêdebûne. Girtiyan got ku, heftê du rojan qawîşên wan tên kontrolkirin. Girtiyan dest nîşan kir ku tenê destûra temaşekirina qenalên nêzî îktîdarê tê dayîn û radyoyên wan hatine desteserkirin. Her wiha hat ragihandin ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin jî tên derbkirin û heqaret li wan tê kirin.
‘Şev û roj lêdan heye’
Di 18’ê Çileyê de di Koxûşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edenedeyê de şewat derketibû û zarokên girtî yên bi navê Muhammed Erdogan, Mehmet Altunhan û Ferhat Kaya jiyana xwe ji dest dabûn û 3 jê zarokên girtî, 5 memûrên girtîgehê jî birîndar bûbûn. Dayika Ferhat Kaya yê di şewatê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir ku hefteyek berê wê bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û piştrast kir ku kurê wê aşkera kiriye ku ew rastî şidetê tên û got: “Kurê min kulma xwe bilind kir û bi girî li maseyê da û got ku ‘Şev û roj li te bixin tuyê çi bikî? Tu min fêm nakî? Biçin ji dozgeran re biaxivin û min ji vir derxin.”
DÎHABER/TRABZON/EDENE