Li Wanê saziyên civaka sivîl îşaret bi rewşa cidî û xeter a Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê kir û got, tecrîd êşkence ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye, û doza bidawîkirina tecrîdê kir. Guven jî doh muayene red kir û hewldana hevdîtina bi keça wê re jî bi ser neket.
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê Colemêrgê ya dîlgirtî Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 76’an de ye. Li 59 girtîgehan jî zêdeyî 250 girtî ev 37 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek rêxistinên civaka sivîl heta niha destke dan çalakgeran û doz li aliyên berpirsiyar kirin da ku daxwazên çalakgeran qebûl bikin. Parêzera Guven jî doh da zanîn ku wê nekarî hevdîtinê bi Guven re bike, lê fêr bûye ku Guven êdî muayeneyê qebûl nake.
Li Wanê jî rêxistinên civaka sivîl bang li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya Meclîsa Tirk kir, da ku xwedî wezîfeyê derkevin û ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin daxwazên çalakgeran qebûl bikin.
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din a li dijî tecrîdkirina Ocalan dewam dike. Baroya Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Şaxê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê, û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) daxuyaniyeke hevpar da. Van sazî û rêxistinan xwest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.
Tecrîd sûc e li dijî mirovahiyê
Li ser navê saziyan, Nûnera TÎHV’ê Sevîm Çîçek, li Odeya Bijîşkan daxuyanî xwend. Çîçek pêşî bal kişand ser binpêkirina mafan, tecrîd jî weke yekê ji wan bi nav kir û got, “(Tecrîd) qutkirina peywendiya kesekî, kesekê bi derve re ye. Ji mafên xwe bêpar dimîne. Ev yek li dijî destûra bingehîn, demorasiyê û rêgezên hiqûqa dewletê ye. Tecrîd êşkence ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de Birêz Leyla Guven û girtî ji bo dewlet li gorî qanûnên xwe bimeşe û tecrîda şidandî bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Grevên birçîbûnê encamên polîtîkaya girankirina tecrîdê ne. Çalakgeran diyar kir ku heta tecrîd rabe ew ê çalakiya xwe dewam bikin.”
Gavê biavêjin
Sevîm Çîçekê bal kişand ser krîtîkbûna rewşa çalakgeran û ev daxwazên hanê kirin:
- Em ji Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dixwazin wezîfeya xwe bikin da ku çareseriyekê bi pêş bixin û li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî kar bikin.
- Divê daxwaza girtiyên di greve de bê qebûlkirin da ku Yekîtiya Tebîban a Tirkiyeyê (TTB) karibe beşdarî pêvajoya tenduristiyê bibe.
- Divê deriyên girtîgehan li heyetên serbixwe yên ji saziyan bên vekirin.
- Em bang li raya giştî dikin da ku ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.
Li girtîgehan bi sedan çalakger
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê ya dîlgirtî Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, di roja 76’an de ye. Li 59 girtîghan jî zêdeyî 250 girtiyî ev 37 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Wekî din bi heman armancê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li bajarê Fransayê Strasbourgê, li Welatê Galiyan grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger didomin.
Parêzer Gulşen Ozbek êvara Yekşemê çû Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, lê nekarî Leyla Guven bibîne.
Gulşen ji kesên ku li ber Guven in agahî wergirtin û diyar kir ku rewşa Guven a tenduristiyê nebaş e û qebûl nake ku muayene bibe.
Gulşen got, “Bi fermana Wezareta Tenduristiyê, hejmara kontrolên tenduristiyê hatine zêdekirin. Lê belê Leyla Guven qebûl nake ku muayene bibe.”
WAN / AMED
Wê bibe serketin!
Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Welatê Baskê, ji bo Leyla Guven peyama piştevaniyê şand û got, “Çalakiya we dê berxwedana gelê Kurd bigîhîne serketinê.”
Platformê di peyama xwe de got: “Pirr eşkere ye ku rûmeta gelê Kurd wê faşîzmê têk bibe. Çalakiya we dê berxwedana gelê Kurd bigîhîne serketinê. Em dizanin ku hûn bûne nûnertiya fedekariyê û em piştevaniya we dikin. Li gel hevrêyên we, em biryardariya we wek nirxê wêrekiya we dizanin. Ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Abdullah Ocalan çalakiya we wê bibe xeta pêşengî û berxwedanê. Em bi hêz û şoreşgerî we hembêz dikin. Berxwedan jiyan e. Jin jiyan azadî.”