Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) ya HPG’ê, li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîlayên HPG û YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de NÇR´ê da zanîn ku 26’ê Hezîranê danê sibehî hêzên wan ên YJA Starê li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker ên li girê Şehîd Berxwedanê li herêma Herekolê ya Sêrtê, çalakiyeke sekvaniyê li dar xistiye û eskerekî Tirk hatiye kuştin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “27’ê Hezîranê saet di 17:30 de, hêzên me yên YJA Starê li dijî çeperên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîd Canxort ê li herêma Herekolê çalakiyek pêk anî. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”

NÇR´ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên wan li girê Elîşêr ê li navçeya Colemêrgê Gever ê, di encama çalakiya sekvaniyê de eskerekî Tirk hatiye kuştin.

Li aliyê din doh çapemeniya Tirk kuştina 3 eskerên Tirk û polîsekî Hêza Tevgera Taybet da zanîn. 


 BEHDÎNAN