Omer Çagrîcî ku birayê wî Mehmet Çagricî li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê girtî ye, diyar kir ku her eskerek tê kuştin, gardiyan dikevin nava hewldanên provokatîf û got: “Her ku eskerek tê kuştin gardiyan har dibin û provokasyonan pêş dixin. Ewlehiya girtiyan tune ye.”

Zext û tundiya li ser girtiyan zêde dibe. Girtî bi rêya malbatan diyar dikin ku mafên wan her roj tê binpêkirin. Mehmet Çagrîcî yê 14 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dimîne, bi rêya malbatê zextên li ser girtiyan anîn ziman. Birayê Mehmet Cagrîcî Omer Çagrîcî diyar kir ku li Girtîgeha Espiyeyê roj bi roj pirsgirêk zêde dibin û got: “Li gorî konjoktora niha li tevahî zindanan pirsgirêk hene. Rêbazeke nû li ser girtiyan pêk tînin. Dixwazin girtiyan têxin nava girtiyên edlî û DAÎŞ’iyan. Girtî jî li dijî vê yekê li ber xwe didin.” Omer Çagrîcî, anî ziman ku dema girtiyan sewqî girtîgehek din dikin, dest datînin ser hemû alav û amûrên wan û wiha axivî: “Aktîvîteyên hevpar ji destê wan girtine. Birayê min Mehmet 6 mehin li vê girtîgehê ye. Hemû alavên wan ji destê wan girtine.” Cagrici bal kişand ser gefên gardiyanan û got: “Her ku eskerek tê kuştin gardiyan har dibin û provokasyonê dikin. Ewlehiya girtiyan tune ye.”

 

MA/AMED