Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Girê Leylek ê Şemzînanê ketin nava çeper û baregehên leşkerên Tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê got, “Hêzên me bi armanca silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê roja 16’ê Tebaxê saet 15:20’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xist. Hêzên me ji du baskan ve çûn nava baregehên dijmin û li çeperên dijmin dan. Hêzên me çeperên dijmin standin, çûn ser cenazeyê leşkerekî, çekeke BKC û zincîreke fîşekan a vê çekê desteser kir. Hêzên me durbuneke teleskop a li çepereke din jî rûxand. Di vê çalakiyê de bi giştî leşkerek hat kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

Heta guleya dawî şer kir

30’ê Tîrmehê hevalê me Munzur yê ku li gundê Barê yê Çinara Amedê dema ku li ser peywira xwe bû, derengiya şevê li rastya leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker hat û şer kir. Hevalê me Munzur heta bi fîşeka xwe ya dawî bi lehengî li dijî dijmin şer kir û tevlî nav karwanê şehîdan bûye. Agahiya nasnameyê ya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mûnzûr Dîcle Nav û Paşnav: Mazlûm Serhat Gunduz Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Emîne – Suleyman Dem û Cihê Şehadetê: 30’ê Tîrmeha 2019’an / Amed

Mûnzûr – Serhat Gunduz”

HPG´ê ji bo şehîd Munzur di serî de malbata wî, ji bo gelê Kurdistanê hemûyî sersaxî xwest û got, “Em sond dixwin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Munzur ji me re hiştî, heta bi serfiraziyê bibin.”

 

ANF/BEHDÎNAN