Li bajarokê Findikê yê navçeya Basa li Şirnexê şewata ji ber guleyên ronahiyê yên eskerên Qereqola Kelha Findikê pêr dest pê kirî, dewam dike. Doh jî eskerên Tirk gule avêtine derdorê û bûn sedema şewatê.

Hevşaredarê Findikê Ahmet Ece anî ziman ku ev mehek e eskerê Tirk li Çiyayê Gabarê agir berdidin gelek daristanên nêzikî bajarokê wan û hemûyan dişewitînin. Ece destnîşan kir dema şewat derket esker destûrê nadin welatî biçin cihê şewatê û şewatê vemirînin. Ece da zanin ku dema duh ji bo vemirandina şewatê vemirînin çûn, 3-4 caran eskeran telefonî wan kir û got "Em berpirsiyarê ewlehiya we nînin."

Ece bang li raya giştî kir da ku sebaret bi mijara şewata daristanan hestyar û baldar bin. 


 DÎHA/ ŞIRNEX