Ji ber guleyên artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ciwanekî Êzîdî hat kuştin.

Bûyer li nêzî sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê pêk hat. Li gorî agahiyan ciwanê bi navê Emîn Salih, dema ku li nêzî çemê Dîcle di baxçeyekî de dixebitî ji aliyê  eskerê Tirk ve hat kuştin.

Bavê Emîn, Saleh Emer li ser qetilkirina kurê xwe axivî û got, “Ev 5 sal in em penaber in. Ji bo debara xwe, me li nêzî wargeha Çem Mişko dest bi çandiniyê kiribû. Dema kurê min ji bo kar çû nava baxçe, leşkerên Tirk rasterast gule berdan kurê min û qetil kirin. Kurê min bi guleya qernasê hate qetilkirin.”

Saleh Emer bang li her kesî kir da ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta Tirk re danin û got; “Îro kurê min hat qetilkirin, ger pêşî lê neyê girtin, gelek ciwanên din jî wê werin qetilkirin.”

Emîn Selah li goristana Deqê Mêra ya Şengalê hate veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku ciwanê Êzîdî ji koçberên Şengalê ye û li kampa Cemşiko ya koçberên Êzîdî ya li Başûrê Kurdistanê dima.

 

NAVENDA NÛÇEYAN