´Em ji parlamena Herêma Kurdistanê daxwaz dikin helwêsta xwe û nerazîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne û ji bo derxistina eskerên Tirk ji herêma Kurdistanê biryarê bide.´ Li Başûrê Kurdistanê hêrsa saziyên sîvîl û partiyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk zêde dibe. 'Eniya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk' derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de li Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Dengê nerazî em bigîhînin cîhanê û eskerên Tirk ji welatê xwe derxînin." Her wiha Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku wê di qonaxa duyemîn a 'Serî Hilde' de ber bi Qendîlê ve bimeşin. Daxwaznameyek pêşkêşî parlamenê kirin 'Eniya têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk' ku ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenter, rûspî û aktîvîstan pêk tê, li Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya nûnertiya Parlamena Kurdistanê hate dayin. Eniyê li ser mijarê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamena Herêma Kurdistanê kir. Bila rûniştineke taybet li dar bixin Endama eniyê, Avan Cemal daxuyanî xwend û got, "Em ji parlamena Herêma Kurdistanê daxwaz dikin li ser dagirkeriya Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li dar bixe. Her wiha helwêsta xwe û nerazîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne. Ji bo derxistina eskerên Tirk ji herêma Kurdistanê biryarê bide." Biryarê bi cih bînin Di daxuyaniyê de îşaret bi biryara hejmara 37'an a parlamenê hate kirin ku sala 2003'an li ser derxistina eskerên Tirk ji herêma Kurdistanê hate dayin û ji parlamenê hate xwestin ku vê biryarê bi cih bîne. Ne qanûnî ye Piştre parlamenterê Tevgera Gorran li Parlamena Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn axivî û got; "Em vê daxwaza hatiye kirin, gelekî girîng dibînin, em ê kar li ser bikin. Em ê hewl bidin parlamena Herêma Kurdistanê di demeke herî zû de rûniştineke taybet li ser vê mijarê li dar bixe û biryara pêwîst li ser bide. Ji ber em jî ji dagirkirina axa Herêma Kurdistanê nerazîne. Hebûna hemû leşkerên Tirk û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye." Parlamena Herêma Kurdistanê sala 2003'an ji bo derxistina hêzên biyanî (artêşa Tirk) li nava herêma Kurdistanê biryara hejmara 37’an derxistibû. Ber bi Qendîlê ve bimeşin Li navenda Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya Silêmaniyê, Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku wê di qonaxa duyemîn a 'Serî Hilde' de ber bi Qendîlê ve bimeşin. Daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, Wilyat Berzencî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Ji berî niha ciwanan dest bi pêngava 'Serî Hilde' kirin ku 6 mehan dewam kir. Bi serketî bû. Em ê dîsan li dijî dagirkeriyê dest bi pêngavê bikin. Ji ber ku li dijî dagirkeriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê helwêst e û heya niha têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk de çi daxuyanî nedaye." 8'ê Hezîranê wê bidin rê Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin 5'ê Hezîranê (îro) saet 21:00'an ji hemû navendan ew ê meşên meşaleyî li dar bixin û 8'ê Hezîranê jî ber bi Qendîlê ve bi bidin rê.  SILÊMANÎ

YNK: Em dagirkeriyê mehkûm dikin

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û ji aliyê Îranê ve girtina ava Zêyê Biçûk got; "Ev tiştên hanê binpêkirina serweriyê ne. Weke YNK em dagirkeriyê mehkûm dikin." Berdevkê YNK´ê Sedî Ehmed Pîre piştî civîna Encûmena Rêveberiya YNK´ê ku du roj bûn berdewam dikir, li Silêmaniyê civîna çapemeniyê lidar xist. Pîre eşkere kir ku di civîna du rojan a Encûmena Rêveberiya YNK'ê de biryar dane ku komîsyonekê ava bikin, ji bo serdana aliyan bike da ku destkeftiyên Kurdan li Bexda bi dest bixin û yên heyîn biparêzin. Binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye Her wiha Sedî Ehmed Pîre di civînê de bersiva pirsa têkildarî helwesta YNK'ê ya li ser dagirkeriya dewleta Tirk jî wiha bersivand: "Ev yek binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Divê hikûmeta Iraqê li ser mijarê bibe xwedî bersiv. Lê weke YNK em hemû dagirkeriyan mehkûm dikin. Tirkiye çawa ku dixwaze serweriya xaka xwe biparêze, bi vî awayî divê serweriya xaka Iraqê jî bê parastin. " Pîre der barê girtina ava Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve jî diyar kir ku mehkûm dikin û got ku destdirêjiya serweriya xaka Iraqê ye.