Nûnerê Serokê DYE´yê yê di Koalîsyona Naveneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk got, ew ê nexwazin tiştek biqewime ku hamleya Reqayê biawiqîne. YPG´ê jî da zanîn li herêmê eskerên Tirk û çeteyên wê bibin ji hedefên wan ên sereke.
Rojnamevana kanala televizyonê Exberê (Akhbar) Jenan Moussa li Eyn Îsayê piştî ku Nûnerê Serokê DYE´yê yê di Koalîsyona Naveneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re rûnişt, pê re nhevpeyvînek kir. Li ser pirsên rojnamevanê, McGurk got, ji bo rizgarkirina Reqayê deam divê, lê ew bawer nake ku bi qasî ya Mûsilê dirêj dewam bike. Wî her wiha got, her çî endamên DAIŞ´ê yên ji Sûriyê ne, heger bi navbeynkariya eşîran û meclîsê dibe, dikarin wan li nav civakê vegerînin, lê herçî tundrawên ji welatên derveyî Sûriyê hatine û tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´ê bûne, hêzên Koalîsyonê wê rêya revê ji wan re nehêlin û hemûya li bajêr bikujin.
Li ser pirsa elaqedarî êrîşeke muhtemel a li dijî Efrînê jî Brett Mcgurk wiha li Jenan Moussa vegerand: "Em ê nexwazin ku tiştek biqewime ku hamleya Reqayê asteng bike".
Li aliyê din rayedarekî ji nav refên YPG´ê ji AraNewsê re ragihandiye ku wan tevî hêzên QSD´ê hêzên xwe yên eskerî yên li wilayeta Helebê teqwiye kiriye da ku pêşiyê li Tirkiyeya berê xwe dayî Efrînê bigirin. Heman çavkanî dide zanîn ku di nava vê teqwiyeyê de ji bilî hêza eskerî wan maşînên zîrîhpoş jî şandine herêmê. Ajansa navbirî wiha cih dide gotinên fermandarê YPG´ê y ku navê wî hil nade: "Em ê bersivê bidin her êrîşa Tirk li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê. Eskerên Tirk û çeteyên Tirkiye pişta wan digire wê bibin hedefên me yên sereke li vê herêmê.
NAVENDA NÛÇEYAN