Piştî zarokê 13 salî Dogan Teyboga bi bombeya gazê ya polîsan birindar bû û jiyana xwe ji dest da, doh esnaf û welatiyên navçeya Sîlopiya Şirnexê dikanen xwe venekirin. Li navçeya Kopê ya Mûşê û li navçeya Bazîda Agiriyê, esnaf û hemwelatiyan ji bo gêrîllayên HPG’ê yên di operasyona li navçeya Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan kepênk girtin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî doh 2 hemwelatiyên bi îddîaya eleqeya wan bi êrîşa bombeya deng ya li dijî midûriyata polîsan heye, hatibûn binçavkirin. Esnaf û hemwelatiyan bi îdîaya ku 2 hemwelatî rastî îşkenceyê hatine dikanên xwe venekirin.
ŞIRNEX/MÛŞ/AGIRÎ/MÊRDÎN