Welatiyê bi navê Abdûrrahman Aydoganê ku li Navçeya Kopê ya Mûşê 11 salin marketê dixebitîne, ji ber ku îsal baca destûrnameya firotinê ya TEKEL'ê nedaye û dema destûrnameyê dirêj nekiriye 5 hezar TL cezayê pereyan lê hate birîn. Aydogan bilêv kir ku Qeymeqamê Kopê Ferît Gorukmez li gorî Rêziknameya Saziya Vesazkirina Piyasaya Araq û Titûnê cezayê pereyan daye wî û wiha got: "Li Kopê evraqên 25 esnafên ku di heman rewşê de ne, kêm in. Lê ji ber ku em BDP'î ne, tevî min ji 2 kesan 5 hezar TL cezayê pereyan birîn."

'Neheqiyê qebûl nakim'

Aydogan da zanîn ku heta niha her tim baca xwe daye, lê ji ber ku îsal bavê wî wefat kiriye nikaribû bacê destûrnameya firotinê ya TEKEL'ê bide û wiha axivî: "Cara ewil, 2 polîsên sivîl hatin marketa min. Ji min re gotin, ji ber ewraq kêm e, 'wekî te 25 esnaf di heman rewşê de ne, çi li wan bê kirin wê ji te re jî wê bikin'. Min got bila ev hişyarî be, lê min guhdar nekirin û levha min birin. Piştî wê ez çûm cem qeymeqam û min got agahiya min ji ve sazkirina nû tune ye. Heta niha jî qet me hişyar nekirine. Bila ev wekî hişyarî bê dîtin. Lê qeymeqam ji min re got, 'li Kopê wekî te 25 esnaf hene, wê cezayek biçûk were birîn, cudatî jî wê neye kirin'. Piştî 2 rojan cezayê 5 hezar TL bi destî polîsan gihandin min."
Aydogan anî ziman ku çend roj pişt re diyar bûye ku di nava 25 esnafan de tenê li 2 esnafên BDP'î ceza hatiye birîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min berê di HADEP Û DTP'ê de rêveberî kiribû. Ji ber ku em BDP'î ne, ceza li me birîn. Ez vê cudatî û neheqiyê qebûl nakim." Aydogan diyar kir ku dê di rojên pêş de der barê miduriyeta polîsan û qeymeqamtî giliyê sûçê bike. 

DÎHA/MÛŞ