
Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, destpêkirina pêvajoya şer û xerabûna têkiliyên bi Ewropayê re Dolar gihişt asta herî jor. Li navenda Rihayê bi navê Pasaja Japon, Pasaja Cîhan û Pasaja Kapakliyê 3 pasajên mezin hene, ku ev pasaj di warê aborî de pira navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ne.
Ji ber piraniya esnafên pasajê bi Dolarî ji derve mal dikirin, bi zêdebûna qûra dovîzî niha li ber îflasê ne û piraniya wan bi deynan bi zor û heft bela li ser piay disekinin. Esnaf ji rewşa aborî ya Tirkiyeyê bi gilî û gazinc in û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.
Serokê Esnafên Pasajê Mehmet Toprak diyar kir ku, pasajên Rihayê pira navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ne û wiha got:”Heta niha 150 esnafan îflas kiriye û yên mayî jî bi deyanan karê xwe bi rê ve dibin.”
BÊRÎTAN ÎRLAN / DÎHABER / RIHA