- Damezrênera şanoya Theater Tri-Bühne Edith Koerber dibêje, "Şano timî siyasî ye. Claus Peymann gotibû, şano muxalefetek e ku mirov pere pê dide.” Esperanza jî lîstikeke siyasî ye ku bi skandaleke aktuel dadikeve. Lê ji bo wê pirs ev e: “Mirov çawa dikare li dinyayeke wisa xwedî hêvî be?”
Ji ber şewba koronayê şanoyê derbeke giran xwar û li Elmanyayê jî rewş bi heman rengî ye. Lê belê Edith Koerberê ev dema hanê ji bo nivîsandin û amadekirina lîstikekê bi kar anî û "Esperanza, Felicia und Sophia" derket holê. Lîstik behsa gelek tiştan dike, lê li dora wê yekê digere ka mirov çawa bi xwe dinyaya ku divê lê bijîn, tine dikin. Esperenza bi Spanî hêvî ye. Ev nav wisa hatiye hiştin, ji ber ku di lîstikeke Theater Tri-Bühneyê de ku Edith Koerber sala 1975’an bi hevjînê xwe re damezrandibû, mesele Meksîka bû. Mijar dîsa siyasî bû: Li Meksîkoyê bi sîlehên Elmanyayê îxrac kirî 43 xwendekar hatin kuştin. Mehekemeyek jî vebû, lê di encamê de cezayê li 5 tohmetbaran hatî birrîn weke henekekê bû; hemû bi şert hatin berdan.
Edith Koerber ji 45 salan ve Theater Tri-Bühne bi rê ve dibe, û dibêje, "Şano timî siyasî ye. Claus Peymann gotibû, şano muxalefetek e ku mirov pere pê dide.” Esperanza jî lîstikeke siyasî ye ku bi skandaleke aktuel dadikeve. Di heman demê de ev alegoriyek e jî. Navê fîgura sereke Esperanza ya. Lê ew ne tenê berê xwe dide skandalan. Bi gotina wê ew li devereke, mekanekî fîlozofîk digere ji bo peyama xwe. Ji bo wê pirs “Mirov çawa dikare li dinyayeke wisa xwedî hêvî be?”
Yanî mesele ji sîlehên ji Oberndorfê yên ku pê 43 xwendekarên Meksîkî bi wan hatin kuştin û wê de ye. Di dawiyê de gava ku çalakgerên Fridays for Future derdikevin ser dikê ev yek eşkeretir dibe. Axir Esperenza ya pêşî tenê sê caran derkete ser dikê û ji ber şewbê nekarî dewam bike. Edith Koerber vê carê li ser Esperenza II xebitî.
Vîdeo nikarin şûna tecrûbeya şanoyê bigirin
Serê pêşî gava ji ber şewbê şano betal bûn, wan vîdeoyên kurt amade kirine û zû pê hisiyane ku vîdeo nikarin şûna şanoyan bigirin. Şanogera ji Başûrê Kurdistanê Fermesk Mustafa Abdolrahman ji bo lîstika “Di vî emrî de ez bi dizî cixarê dikişînim” a nivîskariya wê Rayhana ya Cezaîrî kirî, rolê sereke dike. Muzîka di vê lîstika Theater Tri-Bühneyê jî Fermeskê aniye. Ji vê jî vîdeo çêkirine, lê ev li gorî Koerber şûna tecrûbeya şanoyê nikare bigire.
Ji ber vê yekê heta ku şano dîsa mumkin bibe, wan dest bi nivîsandina lîstikên nû kir. Ji bo şanogerên xwe Edith Koerber dibêje, "Li cem me tenê şanogerên difikirin hene. Ew bi mijaran dadikevin.” Ji ber wê jî wan bi hev re nivîsiye. Weke Franziska Sophie Schneiderê ku jê re dibêjin Franzi. Ew bi xwe monologa xwe dinivîse.
Mijara ku herî zêde li ber dilê wê jî, wê weke endama herî ciwan a komê karî bixe nava lîstikê: guhertina avhewayê.
Axir lîstik piştî krîza koronayê wê 15’ê Tîrmehê lo Rosengarten a Hospitalhof a li Stuttgartê derkeve pêşberî xelkê û promiyera xwe bike.
FRANKFURT