
Parêzerê lîderê Başûrê Efrîkayê, Nelson Mandela û dostê gelê Kurd Essa Mûsa dah berî nîvrojê rehmet kir.
Dadger Essa Mûsa yê di 8’ê Sibata 1936’an de li Cape Town a Başûrê Efrîkayê ji dayik bû, di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Mûsa, li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê tevlî gelek çalakiyên Kurdan bû û piştgirî da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Essa Mûsa endamê Însiyatîfa ‘Azadî ji Ocalan re’ ya Navneteweyî jî bû.
Her wiha cihê xwe di nava Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya 11 kesayetên navdar ên cîhanê de jî girt, ku ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan par çûbû Tirkiyeyê.
Mûsa di Tîrmeha sala 2016’an de li Silêmanî tevlî konferansa ‘Azadî ji Ocalan re’ bûbû û peyama girîngiya azadiya Ocalan ji bo aştiyeke mayînde dabû. Essa Mûsa wê li gundê xwe yê bi navê Rondebosch East bê weşartin.
KNK´ê sersaxî xwest
Konseya Birêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî ji ber wefata Essa Mûsa daxuyaniyek weşand û sersaxî ji gelên Başûrê Efrîkayê û Kurdistanê re xwest. KNK got, “Îsa Musa, di jiyana xwe da herûher li dijî zilmê rawestiyaye û cihê xwe di nava Şoreşa Başûrê Efrîkayê de girtiye. Salên dirêj hevaltî û parêzertîya Nelson Mandela kirîye. Wekî şoreşgerekî di hemî qadên xebatê çalak bûye û li dijê sîstema nijadperest ya ku weke Apartheid tê binavkirin, di rêza pêşî de tekoşînek mezin daye. Ji ber vê yekê jî bûye hedefa sîstema Apartheid û gelek caran hatiye girtin û di êşkenceyan re derbas bûye..”
KNK aliyê wî yê înternasyonalîst bi bîr dixe û wiha dewa dike: “Piştî serketina şoreşa Başûrê Efrîkayê, di demeke kurt da peywendî li gel nûnerên Şoreşa Kurdistanê danî û weke xebatkerekî şoreşê kar kir. Gruba dostaniya Gelê Kurd û Gelê Başûrê Efrîka ava kir û heta dawiya emrê xwe serokatiya vê grubê kir. Weke dostekî Gelê Kurd bi dehan konferans û semînerên li ser pirgirêka Kurd de cihê xwe girt. Yek ji xebatên wî yên esasî jî ew bû ku piştî esareta Birêz Abdullah Ocalan, bû parêzer û parêzvanek wî. Jibo azadiya Birêz Ocalan di nava hemî înîsiyatîfan da cihê xwe girt û gelek caran grup ava kirin û serdana Kurdistanê kir. Bi nivîs, mekale, semîner û konferansan, xwest bîrûrayên Birêz Ocalan ji reya gîştî re bibe mal.”
KNK´ê wefata Essa Mûsa wekî wendahiyekê ji bo gelê Kurd bi nav kir û sersaxî ji malbata wî, gêlê Başûrê Efrîkayê, gelê Kurdistanê re xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN