Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Kurd û dostên wan biryara sekinandina weşana kanalên Kurd a bi destê Eûtelsatê bi mîtîngekê protesto kirin.  PYD Berlîn û ji tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê ATÎK û Partîzanê piştgirî dan mîtînga ku bi pêşengiya NAV-DEM’ê hate organîzekirin, Di mîtîngê de peyamên piştgiriya ji bo medyaya Kurd hate dayîn. Polîsên Berlînê bi hinceta ku slogana “Bijî YPG, Bijî YPJ” berz kirine, 5 ciwan xist binçavan. Biryara Eûtelsatê ya sekinandina weşana 3 televîzyonên Kurdî li Londrayê li pêşiya navenda BBC’yê hat protesto kirin. 


BERLÎN/LONDRA