
Greva birçîbûnê ya 15’ê Sibatê dest pê kir, di roja 63´yan de ye. Bi tevlîbûna girtiyên li girtîgehên din re çalakî berfireh û dijwar bûye.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li 29 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê 278 mehkûman ve tê meşandin, her diçe berfirehtir dibin. Greva birçîbûnê ya 15’ê Sibatê li Girtîgeha Şakranê dest pê kir, di roja 62’an de ye. Ji bo piştgiriyê li gelek bajaran çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Girtiyan ragihand ku heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê bidomînin. Rêveberiya Girtîgeha Şakranê jî diyar kir ku ew ê mudaxeleya tibî bike.
Daxwazên girtiyên di grevê de ev in, “Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Dawî li êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bê anîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN