Welatiyê bi navê Veysî Gulseren ku ji ber sedemên siyasî beriya bi 3 salan çûbû Herêma Kurdistanê, dema dixwest biçe Ukraynayê, li Balefirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hat destgîrkirin û ev 69 rojin ku li Asayîşa Hewlêrê tê ragirtin.
Veysî Gulseren ji bajarê Batmanê yê Bakûrê Kurdistanê ye. Ji ber xebatên wî yê siyasî dewleta Tirk der barê wî de doz vekir û cezaye hepsê lê birrî. Lewma neçar ma ku sala 2016’an biçe Herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlerê bi cîh bûbû.
Li ser bûyerê xwişka Veysî Gulseren, Sebîhe Gulseren peyivî û ev agahî dan: “Birayê min ji ber ku li wî cezayê hepsê hatibû birrîn, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dema ku xwest ji Başûrê Kurdistanê biçe welatê Ukraynayê, li balefirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat girtin, û ev 69 roj in ku li asayîşa giştî tê girtin.”
Sebîhe Gulseren diyar kir ku wan miracaetî rêveberiya asayîşê kiriye û wan xwestiye sedema destgîrkirinê fêr bibin, lê rayedarên asayîşê jê re gotine, ti sûcekî Veysî nîne. Sebîhe Gulseren nerazîbûn nîşan da û ev pirs kir; “Madem sûcek nîne, çima ev 69 roj in destgîrkirî ye? Birayê min ji ber zilma dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bû, lê li Kurdistanê jî hat girtin.”
ROJNEWS/HEWLÊR