Rêveberiyên cuda yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî rexne li hikûmetê dikin ku beşekê ji dahatê ji bo wan xerç nake. Di vê çarçoveyê de Desteya Parastina Jîngehê daxwaza wê dahatê dike ku Wezareta Navxweyî ji bo parastina xwezayê ji welatiyan girtiye û di xizmeta xwezayê de bi kar nayne. Berdevkê Desteya Pêkanîn û Parastina Jîngehê, Luqman Şêrwanî der barê vê mijarê de axivî û got: “Li gorî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek pere ji şofêran tê standin. Ev pereyê hatine standin ji bo armanca baca salane ya xwezayê hatiye destnîşankirin. Li gorî vê divê ji sedî 80’êyê vî pereyî ji bo Desteya Jîngehê û ji sedî 20 ji bo Wezareta Navxweyî were dayîn. Lê belê heta niha ev pere ji bo Desteya Jîngehê nehatiye.” 


 ROJNEWS