Li Amedê xelk dibêje, dewleta Tirk hewl dide mîrateya çandî, dîrokî ya Kurdan bi daxwazên xwe yên siyasî tine bike.

Hîna beriya bi çend mehan, dema xelk dihat serdana avahiya şaredariya bajarê mezin ê Amedê peykerekî reş ê mezin ê Lammasu – xwedawendekî kevin ê Asûrî ku serê wî yê mirovekî ye û laşê wê gayekî û baskên wî hene - silav li wan dikir. Niha avahî bi destê notirvanekî gelekî cihê tê parastin: polîsên ku sîlehên êrişê di destê wan de li pişta çeperên metal ên zirîhpoş sekinî.

Rayedarên Tirk bi awayekî bi rêkûpêk peyker û abîdeyên li raya giştî vekirî yên Kurd li seranserê Başûrrojhilatê Tirkiyê ku pirraniya xelkê wê Kurd in, ji meydan û avahiyan rakirin. Lammasu yê avahiya şaredariyê bi tenê yek ji mexdûrên vê êrişa li dijî peyker û abîdeyan e.


Tevgera Kurd ev bîr ava kir

Piştî ku dawî li agirbesteke di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirk de sala 2015´an hat, û vê rê vekir li ber şeerên dijwar ên kolanan li Amedê û bajarên din ên herêmê, di nava sala bihurî de hikûmeta Tirk bi bêamanî bi ser partiyên siyasî yên Kurd de çû.

Niha, piştî ku şer li navenda bajaran bi pirranî nema, weha diyar e ku rayedarên Tirk berê xwe dabin abîde, peyker û îfadeyên çanda hindikahiyê ku tevgera Kurd ava kirine.

Di nava abîdeyên ji cihê xwe rakirî yan jî texrîkirî de rolyefê siyasetvanekî Kurd ê nesax, kevirên niqirandî ku fîgurên li ser wan behsa meliktiya Kurd a Merwaniyan dike, û lewhayên ku navên zarokên Kurd li ser wan bûn, ew zarokên di dema şer de hêzên çekdar ên dewleta Tirk ew qetil kir.

Dema ku li bajarê Bazîdê peykerekî şairekî Kurd ê ji sedsala 17´an Ehmedê Xanî hat texrîbkirin, qeyûmê dewletê îdîa kir ku di dema tamîra rêyê de ew peyker texrîb bûye.


Bi guhebariyên çêkirî

Ev qeyûmên dewletê ku jicihrakirin yan jî texrîbkirina abîde û peykeran bi rê ve dibin, ji aliyê wezareta karê hundir a dewleta Tirk ve hatine wezîfedarkirin, li şûna şaredarên ku li herêmê xelkê ew hilbijhartî û piştî êrişa giştî a tepisandinê ya dewletê hatî girtin.

Di nava 18 mehên bihurê de bêhtirî 80 hevşaredariyên birveberiyên hermî û cihî hatin girtin bi gunehbariya destekkirina PKK ya qedexekirî (Komên mafên mirovan dibêjin, ev gunehbarî hemû lihevhatine anîn û çêkirî ne).


Şêwirmendekî berê yê şaredara Amedê û serokê bernameyên çandî yên  bajêr, Şerîf Derînce dibêje, “Abîdeyên gelemperiyê yên ku meclîsên bajaran ên li bajarên Kurdan ew dan çêkirin, beşeke girîng a hewldaneke berfirehtir bûn; hewldana liberrabûna homojenîzekirina, yekrengkirina meydanên giştî yên dewleta Tirk û ew sembolên dîroka pirrçandî yên bajêr bûn.” Qeyûmê dewletê yê nû, ew ji kar avêt, piştî girtina kardarên wê yên pêşî, ango hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli.

Derînce îşaret pê dike ku li meydana navendî ya Amedê ya Şêx Seîd e, lê peykerekî damezrînerê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk heye, lê peykerê kesê navê xwe li meydanê kirî, ango Şêx Seîd nîne; Şêx Seîd lîderekî neteweyî dînî yê Kurd e ku piştî ku serhidanek li dijî hikûmeta navendî sala 1925´an bi rê ve bir, li vê meydanê hat bidarvekirin.


Abîdeyên dîroka qirkirinê

Derînce ji Meddle East Eye re got, “Tiştekî gelekî xurt bi hêz bû, dema ku mirovan dikarî li meydanên giştî dikarî hin fîgurên i derveyî Ataturk jî bibînin.”

Dema ku mirov li navenda Amedê dimeşe, mirov bêyî ku gelekî bigere, nîşanên siyasetên nû yên qeyûmî dibîne. Li ser bingeha kevirî ya ku wextekî peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî, kurê Kurd ê ku eskerên Tirk ew sala 2004´an li Koserê qetil kir, û li ser bedena wî birînda 13 guleyan hebû, îro jî paçeyên çikestî yên ji ber rakirina peyker dimînin.

Derînce got “Ev peyker, nexasim girîng e. Kaymaz hat qetilkirin, bi tenê ji ber ku Kurd bû - bi sedan bûyerên bi vî rengî hebûn, vê abîdeyê îşaret bi dîroka wan dikir.” 

Li bajarê nêzîk Kayapinarê, di nava parkeke heşîn a şaredariyê de dewseke axa sor heye, ev jî serpêhatiyeke mîna ya li jor ji me re dibêje. Heta beriya bi demeke kurt li wê dewsê abîdeyekî mezin hebû, ji bo bibîranîna 34 gundiyên Kurd ku sala 2011´an artêşa Tirk bi êrişeke hewayî qetil kirin. Ji abîdeyê bi xwe ti şûn nemaye.


Ti bersiva qeyûm bide nîne 

Li ser rakirina abîdeyan, tevî daxwaza me qeyûm nexwest bersivê bide. Adnan Çelîk, antropologî ku pispor e di lêkolînên Kurd de li Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales li paytexta Franseyê Parîsê dibêje, “Amed berê weke kewareke pirrçandî, pirrneteweyî welat bû ji bo Kurd, Tirk, Ermenî, Asûrî, Êzîdî û Çingeneyan. Dema partiyên herêmî yên Kurd hatin hilbijartin, wan bername kirin dewrê ji bo ku vê pirçandîbûnê pîroz bikin û nîşanekê deynin ser wê dîrokê. Dema ku van nîşanan dide erdê, dewlet ne ku bi tenê hewl dide van abîdeyan texrîb bike, lê belê ew her wiha dixwaze bîra vî ruhî, manewiyata wî û di dawiyê de jî bîreweriya ku tevgera Kurd ava kirî texrîb bike.”


Ne tenê bajar, bîr jê tê kuştin

Yek ji gavên pêşî yên qeyûmê dewletê avêtî ew bû ku navên mekanan ên bi Kurdî yên li ser lewhayên gelemperiyê li wilayetên Başûrrrojihlat hilîne. Li Amedê navê Kurdî û Asûrî ê bajêr, ango Amed, ji avahiya şaredariya bajarê mezin hat rakirin û li şûna wê wêneyekî mezin ê alaya Tirk hat danîn.

Adnan Çelîk dibêje, “Ev tenê li dijê tevgera Kurd êrişek e, ev êrişek e li dijî projeya wê ya siyasî, tevî derxistina wê ya pêş a nasnameya pirrçandî û pirretnîk ku deweta Tirk mixabin weke tehlûkeyekê dibîne. Ev ne tenê ji bo hebûna fizîkî a bajêr texrîbatek e, çawa ku di dema biserdeçûna eskerî de da der, lê belê ji bo bîra giştî jî texrîbatek e: ev bi awayekî ji awayan bîrkujî ye.” 

* Ev meqale di malpera Middle East Eye de 3´yê Tebaxa 2017´an hat weşandin ku mohra Tom Stevenson û Murat Bayram li ser bû.


 NAVENDA NÛÇEYAN