Ev bû 23 sal …
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin di salvegera 23'an a têkoşîna xwe de li Meydana Galatasarayê civiyan.
Dayikên Şemiyê roja 27'ê Gulana 1995'an dest bi têkoşînê kiribû. Dayikên Şemiyê di salvegera 23'an a têkoşîna xwe de li Meydana Galatasarayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên mirovên di bin çavan de hatin windakirin, hatin hilgirtin û bi findan hejmara 23'an hate nivîsandin.
Parlamenterên CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû, Alî Şeker, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Alî Kenanoglû, Tulay Korkûtan û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî çalakiyê bûn.
Min xwest ev bibe ya dawî
Dayika Hasan Ocak ê di bin çavan de hate windakirin, Emîne Ocak ku yek ji dayikên destpêkê ye ku li meydana Galatasarayê dest bi çalakiyê kir, ji ber nexweşiyê nekarî tevlî çalakiyê bibe, lê belê peyamek şand. Keça wê Masîde Ocak peyama wê xwend: "Ya ku li ewladê xwe digere, ne tenê ez im. Min xwest ev bibe ya dawî. Min xwest ti dayik li goristanên bêkesan li ewladê xwe negere. 3-4 xizmên windayan, malbata min û yên destekê didin me 23 salan em li vê meydanê civiyan. Ev meydan ji me re bû dibistan. Ev meydan ji bo dayikên bê gor bû gor. Kombûna me li vê meydanê ji bo me hêvî ye. Lê belê yên ku 23 salan beriya niha ewladên me di bin çavan de winda kirine hê jî bi dilrehetî digerin. Ji ber vê yekê me dest ji vê meydanê berneda, em ê dest jê bernedin. Heta ku goreke hemû windahiyên me hebe, heta ku edalet ji her kesî, li her derê re be, ez dengê xwe nabirrim û ji bîr nakim. Hûn jî ji bîr nekin. Xwe bêdeng nekin, heger em ji bîr bikin wê ti carî edalet neyê." ANF/STENBOL