SÎNAN DENÎZ/ANF/EFRÎN


Gefa dagirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku li Efrînê dixwin, dewam dike. Ji aliyê Ezazê ve timî bi tank, hawan û obusan êrîş li axa Efrînê tê kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî şervanên YPG’ê yên li çeperan, tên kirin, di rojên dawî de li dijî gelê sivîl jî tên kirin. Şervanên YPG’ê jî bersivê didin van êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê. Şervanên YPG’ê, ku êrîşên dagirkeriyê dişikînin, her wiha çeperên xwe yên li ser sînorê Ezazê qewîn dikin.

Şervanên YPG’ê, li çeperên bi kîlometreyekê dûrî Ezazê, dest nîşan dikin ku divê dilê gel rehet be, ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Yek ji şervanên YPG’ê yên li van çeperan jî Mahsûm Efrîn e. Mahsûm Efrîn diyar kir ku ew ê nehêlin dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê û Şehbayê dagir bikin û got, “Em niha li cihê ku jê re dibêjin Vîla Kadî ne. Ezaz niha bi kîlometreyekê dûrî me ye. Em çepera dawî ne. Dewleta Tirk ji bo van çeperan ji holê rake gelek caran êrîş kir. Piştî ku berxwedana me dît, vekişiya û niha jî her roj bi tank û topan êrîşî me dike. Em li çeperên xwe dil rehet in. Ev êrîş zerarê nadin me. Lê belê dagirkerên ku dîtin bi topbaranê nikarin zerarê bidin me, vê carê topan diavêjin cihê sivîlan. Bila dilê gelê Efrîn û Şehbayê rehet be. Heta ku em li van çeperên xwe bin, wê dewleta Tirk nikaribe dagirkeriyê bike. Berevajî, em ê xeta Efrîn û Kobanê bigihînin hev.”


Gel li gel me ye

Şervanê YPG’ê Kahraman Efrîn jî ku tevî Mahsûm Efrîn li heman çeperî ye, dest nîşan kir ku wan pêşî li hewldana dagirkirinê girtiye û got, “Dewleta Tirk di ser vê xetê re gelek caran xwest dagirkeriyê bike. Berxwedana me ev êrîşên wan şikandin. Dewleta Tirk hê jî dijminatiyê li gelê Kurd dike. Naxwaze gelê Kurd bibe xwedî maf. Em ê li benda êrîşên dewleta Tirk a dagirker nesekinin, em ê sîstema xwe xurttir bikin. Şikestin qet ne li bîra me ye. Heta Kurdek bi tenê jî bimîne wê berxwedan timî bidome. Çawa ku em axa xwe, em Efrînê diparêzin, gelê Efrînê jî bi her awayî bi me re ye. Bila dilê gelê Efrînê rehet be, ev çeper wê neşikin.“