Li Colemêrgê ji malbata Ertunç, 5 zarokên ku temenê wan di navbera 16 û 27 salî de hatin girtin û li 4 girtîgehên cuda belavkirin. Dayik û bav diyar kirin ku ji ber zarokên wan li nasnameya xwe xwedî derketin hatin girtin. Li Tirkiyeyê ji hin malbatan 1, ji hin malbatan 2 û ji hin malbatan jî heta 5 zarok girtî ne. Daraza Tirkiyeyê bi ew qas girtiyan jî têr nabe, vê carê zarokên malbatan li girtîgehên cuda û ji malê dûr belav dike û malbatan perçe perçe dike. Yek ji van malbatan jî malbata Ertunç a li Taxa Bulakê ya Colemêrgê dijî ye.


5 zarokên wan girtin

Ji malbata Ertunç, 5 zarokên temenê wan di navbera 16 û 27 salî de niha li 4 girtîgehên cuda hatine girtin. 5 zarok ji doza KCK û PKK'ê bi sedema tevlî çalakiyan, meş û xwepêşandanan bûne hatine girtin. Dadgehê bi îdîaya "Alikarî dane rêxistin", 6 sal û 3 meh ceza da Recep Ertunç ê 21 salî. Dîsa ji doza "KCK"ê 25 sal dan Murat Ertunç ê 35 salî. Niha Recep û Murat bi hevre li Girtîgeha Tipa F a Tekirdagê tên girtin. Firat Ertunç ê 27 salî jî ji doza KCK'ê rastî 6 sal û 3 meh cezaye girtîgehê hatiye. Ji ber ku 4 meh cezayê wî maye niha li Girtigeha Payizava tê girtin. Alî Ertunç ê 24 salî jî bi sedema tevlî çalakiyên civakî bûye li Girtîgeha Tipa F a Wanê tê girtin. Ferhat Ertunç ê 16 salî jî heri dawî di 1'ê Mijdara 2013'an de di serdegirtina malê de hat girtin û piştî demekê li Girtîgeha Colemêrgê hat girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hat kirin. Malbatê diyar kir ku ji ber zarokên wan li nasnameya xwe xwedî derketin hatin girtin û nerazîbûn nîşanî dadgehên Tirk dan.

Ev zilm û êşkence ye

Bav Ahmet Ertunç, diyar kir ku 6 salin li gelek girtigehên Tirkiyeyê rêwitiyê dike û hemû roj û mehên wî di riya girtîgehan re derbas dibe. Ertunç, anî ziman ku debara xwe bi mûçeyê 540 TL dike û hemû pereyê xwe di riya girtîgehan re xerc dike. Bav Ertunç, anî ziman ku niha 5 zarokên wî li 4 girtîgehên cuda girti ne. Bav, da zanîn ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e 3 mehin nikare biçe hevdîtina zarokên xwe û wiha got: "Ji bo parêzer li doza zarokên min binêre min qirêdî ji bankê kişand. Ez niha debara xwe bi 540 TL dikim. 2 kurê min Murat û Recep li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tên girtin. Lê rojên ziyaretê yên her duyan jî cûda ne. Ez necarim ji bo her yekî cuda cuda biçin hevdîtinê. Hemû temenê min di riya girtîgehan de derbas dibe. Ez dê çawa îdare bikim. Ev zilm û îşkence ye.

Malbatan ceza dikin

Bav Ahmet Ertunç, anî ziman ku daraza Tirkiyeyê bi girtin û sirgûnkirina zarokên wan malbatan ceza dike û wiha nerazîbûna xwe anî ziman: "Bi hezaran girtiyên ji doza KCK'ê bi qasî nelirêtiya 17ê Kanûnê zerar nedane Tirkiyeyê. Niha bi 10 hezaran girtiyên ji doza KCK'ê hene. Ne tevlî çalakiyê bûne û ne çek li ser wan hatine girtin. Lê zarokên wezîran ên di 17'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û girtin, Tirkiye şelandin û talan kirin. Zarokên me ji ber nasnameya xwe hatin girtin.

Li zarokan didin

Bav Ertun, ani ziman ku li Girtigeha Sîncanê gardiyanan li kurê wî yê 16 sali Firat Ertunç xistine û rûyê wî tev reş û şîn kirine û got: "Kurê min li Enqere rastî êrîşa 40 gardiyanan hat. 10 rojan şopa îşkenceyê li ser bedena wî ma." Dayika dil bi êş Şermin Ertunç jî anî ziman ku ji ber zarokên wê li girtîgehan hatine belav kirin, nikare biçe dîtina wan û xwest qet nebe zarokên wê tevan bînin girtîgehên nêzi Colemêrgê.

DÎHA/COLEMÊRG