Dema dîrokê kezîyên xwe ji nû ve hûnand, xwedawenda vê axê çavên xwe ji rojê re qirband. Ji wê demê şûndatir Roj li pey heqîqetê meşiya. Jê re bû evîn, bû hesret û bû sond ji dayika xwedawand re da ku jê ra bibe ewladekî herî baş. Diyarîyekî herî layiq ji bo dayîka amade dikir. Êdî çîrokê destpêkiribû. Ev çîroka welatekî, çîroka gelekî û çîroka zarokên qetlîama Dersimê, Geliyê Zîlan, qetliama Mereşê bû. Ji ber ku Rojê di dilê xwe de gelê xwe hewandibû. Ji ber ku Rojê di nava hestên xwe de hêviyên zarokên paşerojê mezinkiribûn. Û çîroka jinan a azadîyê ji nû ve nivîsand. Dema ev raman vejiya dagirkeriyê jî qirkirin û kuştin zêde kir. ramana azadiyê her ku mezin dibû xweragirtina dagirkeran jî kêm dibû.
Jin, zarok, ciwan…ferdên civakê hemû gav bi gav ber bi azadiyê ve dihatin. Jin dibûn şervanên azadiyê. Kesekî nikarîbû ciwanan bide sekinandin. Û dayikan zarokên pêçekê bilind dikirin ezmana û digotin; ‘Ev zarok ê bibe şopdarê Mehmet û Orhan Tunç…’ li Cizîrê dayika Taybet, bi heybeta serbilindiyê xwe li ser axa pîroz dirêj kiribû. Li Kobanî Apê Nemir bi rûkenî gazî dikir; ‘Bila mirov li ser axa xwe bi rûmet şer bike. Mirin di oxira welat de xweş e…’ Ev çi rih û rewan bû çêbibû. Dijminê Kurdan şaşwaz ma bûn. Herçiqasî komloger û fêlbaz zêde bûn jî Roj mezintir û bi rûmetir bû. Ew rûmet bi Rojê hatibû avakirin. Bilindbûna vê rumetê şervanên azadiyê dane ser milê xwe. Ti gûman wan tinebû. Çar beşên Kurdistana rengîn dane ber xwe, azadî kirine rêber û hêvî sîleh…
Erda welatê min bi muqadesiyetê hatiye neqişandin. Bihust bi bihust… Kurdistan; zaroka bedew a Rojhilata Navîn! Ji bo ew bedewbûna te bi hezaran çeleng û lehengên qehreman ser ji bo te dan. Ma qey tu nabêjî çima sor bûne gulên ji nava dilê dayikan derdikevin. Ew gul paşeroja azad diyarî zarokan dikin. Zarok bi hêvî mezin dibin bi hêviya rojê. Her berbanga rojê û her cara roj diçe ava, dayikên laçik spî silav didinê. Û dibejin ‘hezar silav bo te ey roja me…’ bi laçikên xwe sond dixwin ku heya roj li ser xaka welat lingê xwe neavêje, wê bi têkoşîn silavên xwe dewam bikin. Û disa sond dixwin ji bo dayika berxwedêr Akide… sond dixwin ji bo dayika Taybet… û sond hemû di dilê dayika Ûveyş de kom dibin. Ev sond dibin şoreş! Ev sond dibin heskirin, xweşikbûn û azadî.
Erê, êdî azadî pêl bi pêl mezin dibe li Rojhilata Navîn. Her ku mezin dibe êriş jî hê dijwartir dibin… Di dilê wan de bû kûl, bû dert. Bi tang û topan zarok, dayik qetil kirin. Lê şervanên azadiyê tola wan li erdê nahêlin…Keç û xortên Kurd yên azadîxwaz her roj dikevin govenda azadiyê.
Bi têkoşîna Rojê xwedawendeke por sor derkete rûyê Mezopotamyayê. Wê gotibû; ‘jiyana min her şer bû…’ û bi vê gotina xwe peyam da gelê Kurdistanê. Êdî jiyan her tim bi şer bi ser diket. Peyam gihiştibû cîhê xwe. Her jinek bû vîn, di oxira azadiyê de ne yek can hezar can didan. Rojava silav dida zarokên Dersimê. Ji ber ku li pey xwedawenda por sor zarokên azadiyê dimeşiyan. Yek dibû Atakan, yek dibû Çîçek li ser rêya Dersimê. Li Silêmanî dibû Helmet û li Şengalê dibû Mam Zekî.
Ev çîrok çîroka Sara ye… ev çîrok çîroka azadiyê ye…