PERVÎN YERLÎKAYA / MANNHEIM
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Mannheimê, quncikek ji çalakgerên greva birçîbûnê re hatiye veqetandin. Li wir li ser pelên daran, wêneyên berxwedêran hatine daliqandin. Pê re jî bangên ji bo çalakiyan jî hene. Hemû jî li ser lewheyekê hatine bicihkirin. Fikra pelên daran ya Mahmut Kasim e ku di NCDK´ya Mannheimê de xebatên çandê dike. ew peydebûna fikrê wiha rave dike: “Van grevên birçîbûnê tesîr li me hemûyan kir, nava me kezeba me şewitand. Em hewl didin tiştekî bikin û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev heval hemû, yek bi yek ji bo min nirxek in, weke kulîlkan in. Her yek ji wan mîna pelên heman darê ne. Hevrêya me Leyla Guven weke yek dara azad dest bi vê çalakiyê kir û niha çalakiya wê vediguhere daristanekê û dewam dike. Ev daristan wê zilmê hilweşîne.”