Nilûfer Koç: Di kongreya xwe de em dixwazin giştî xebatên xwe ji nû ve bidin destpêkirin. Ev dem dema Kurdan e, û divê Kurd jî bi vê têgihiştinê tevbigerin. Eger em yekîtiya xwe pêk bînin û pîlanên dijmin têk bibin, em ê ne tenê li Kurdistanê li Rojhilata Navîn jî bibin hêzeke pêşeng ji bo hemû gelan.
BÊRÎVAN ELÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Kongra neteweyî ya Kurdistanê KNK´ê ji bo mîsogerkirina destkeftiyên Kurdan hewildanên xwe yên lidarxistina kongra neteweyî dewam dike. Ji bo vê jî KNK´ê pêwîstî bi avakirina koordînasyoneke hevpar dibîne. Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç li ser plan û xebatên sala bê yê kongreyê axivî. Nilûfer Koç diyar kir ku têkçûna sîstema dewleta netewe ya 4 dewletên herêmê Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê firsend û derfeteke mezin derdixe pêşiya Kurdan û got; “Sed sal berî peymana Sykes Picot a 4 dewletên weke Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ku li ser rijandina xwîna gelê Kurd hatibû îmzekirin. Li ser komkujîkirina gelan hatibû îmzekirin. Ne tenê Kurd di komkujiyê re derbas kirin, Elewî, Ermenî, Êzidî, Keldanî, Asûrî-Sûryanî jî di komkujiyê re derbas kirin. Sedsala borî ev dewlet, di nava tifaqekê de siyaseteke dijber li dijî gelê Kurd meşandin. Niha 4 dewlet-neteweyên herêmê êdî nikarin di vê sedsalê de xwe li ser piyan bigirin. Dewleta Tirk ji bo bikare xwe li ser piyan bigire di van salên dawiyê de bi taybet ji sala 2014’an û vir ve di çarçoveya pîlana çokdanînê de biryareke stratejîk da ku Kurdan di komkujiyê re derbas bike. 2016 tayinkirina qeyûman û herî dawî jî darbeya 19’ê Tebaxê dewama rastî ya vê stratejiya tunekirina Kurdan e. Ji ber Tirkiye dibêje, guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên derfet ji bo min ava kiriye ku bibim hêzeke Rojhilata Navîn.”
Tifaqeke neteweyî pêwîst e
Hevseroka KNK’ê Koç di dewama axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya cîhanî ya ji bo eniya Kurd û got, “Dema em li eniya Kurd dinêrin piştgiriya cîhanî ya ji bo Kurdan xurt e. Asta neteweyî ya gelê Kurd jî pêşketiye. Tenê pêwîstiyek heye ew jî çêkirina tifaqên siyasî û dîplomatîk di nava hêzên Kurd de ye. Parçebûna di nava hêzên Kurd de li yek parçeyên Kurdistanê derfet dide dijmin ew jî parçebûna siyasî ya di nava hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de ye. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan bera hev bide û şerê navxweyî derxe. Lê em dibînin tevî ku provakasyonên dewleta Tirk hene jî nêzîkatiyeke hestyarî heye. Weke KNK´ê em jî vê girîng dibînin. Di şêwra netewî ya li Ewrûpayê de me bang li hêzên Kurd hemûyan kir ku pozîsyona xwe ya li beramber Kurdan zelal bikin. Di serî de KCK û gelek aliyên Kurd bersiveke erênî dan vê bangawaziya me û gotin em amade ne, çi pêwîst e, em ê pêk bînin ji bo tifaqeke neteweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêşbikeve.”
Em ê endamên zêdetir derxin
Nilûfer Koç di dirêjiya axaftina xwe de behsa amadekariyên lidarxistina kongreya KNK’ê jî kir û got; “Em ber bi kongreya xwe ya 19.emîn ve diçin. Bi mûnasebeta 20. salvegera damezrandina kongreya KNK’ê em ê hinek tiştan zelaltir bêjin. Ji ber vê jî em hinek guhertinan di KNK’ê de çêdikin. Bi taybet di destnîşankirina endamên nû de. Em dixwazin kesayetên Kurd û nûnerên partiyan bi awayekî berfirehtir di nava KNK’ê de cih bigirin. Em dixwazin ji Dîasporayê jî endamên zêdetir derxin. KNK 20 sale ji bo yekîtiya gelê Kurd dixebite û tê nasîn. Peywendiya KNK’ê bi her beşeke Kurdistanî ya çep-rast, demokrat, lîberal û hwd re heye. Ev jî derfetên berfirehkirina danûstandinan zêde dike. Em ê hewl bidin encama xebat û têkoşîna 20 salan bi awayekî li ber çav bigirin.”
Hêzeke pêşeng ji bo gelan hemûyan
Hevseroka KNK’ê Koç di dawî de li ser plan û projeyên KNK´ê got; “Di kongreya xwe de em dixwazin giştî xebatên xwe ji nû ve bidin destpêkirin û bi hêvî ne ku em dikarin van xebatan bi ser bixin. Di nava salê de em hewl didin statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsoger bikin. Di wir de çarenûsa Efrînê gelek girîng e. Efrîn ji bo me birîneke netewî ye. Em ê Êfrînê zêdetir bixin rojevê. Ya sêyem jî talankarin, mêtîngehkirin û dagirkirina dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ye. Em ê faşîzma dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê bixin rojeva welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (NY) û welatên endamên NATO’yê û li dijî dewleta Tirk dîplomasiyê bimeşînin. Ji ber ev sedsal derfeteke mezin dide me. Ev dem dema Kurdan e, û divê Kurd jî bi vê têgihiştinê tevbigerin. Eger em yekîtiya xwe pêk bînin û pîlanên dijmin têk bibin, em ê ne tenê li Rojhilata Navîn li Kurdistanê jî bibin hêzeke pêşeng ji bo gelan hemûyan.”