Leşker û cerdevanên dewletê di ewil di sala 1992’an de dişewitînin, nîvê gund ji ber dagirkeriya dewletê kocber dibin û nîvî jî li gund dimînin. Piştî salek bi ser vê hovîtiya leşker û cerdevanan ve derbas dibe, di sala 1993’an de careke din gund ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê şewitandin û wêrankirin. Hemû mal, bax, bostan û sewalên gundiyan tê şewitandin û gund bi temamî tê valakirin û bêmirov tê hiştin. Gundê Şemsê beriya bêşewitandin ji 170 malan pêk dihat û nêzî hezar welatî lê diman. Hemû gundî neçar dimînin ku ji gund koçberî bajarên wek Sêrt, Êlih û bajarên Tirkiyê bibin. Gundê Şemsê ji sala 1993’an heta sala 2004’an wek “Herema qedexe” tê îlankirin.

Şopên wêrankirinê

Welatiyê gundê Şemsê piştî sala 2004’an şûn ve di bin navê “Projeya vegera gundan” de nêzî 15 malbat vegeriyan gundê xwe û bi derfetên xwe li gund bicih dibin. Ev malbatên vedigerin gund bi derfetên xwe yên xizan, malên xwe ji nûve ava dikin. Niha jî li gund 20 malbat dimînin û li gund wek berê jiyana xwe didomînin. Piştî ku bi ser şewata gund ve 19 sal derbas bûye jî, hêj di malan de şopên şewatê hene û gund bi awayekî wêrankirî di halê xwe de hatiye hiştin. Şopên şewat û wêrankirinê, li benda hesapdayîna dewletê ye. Li gund dibistan tune ye û gundiyan bi derfetên xwe ji xwe re mizgeft jî ava kirine. Pêşiya valakirina gund û heta niha pirsgirêka herî mezin li gund riya gunde. Ava Çemê Dîcleyê navbera gund û navenda Sêrtê dibire û gund wek giravekî dimîne. Riya ku ji Heskîfê jî diçe Şemsê riya pir xirabe ye. Gundê Şemsê li nokteyek herî stratejîk a li quntarê Çiyayê Mawa ye.

‘Me zor canê xwe rizgarkir´

Welatiyê bi navê Nevzat Turkan, diyar kir ku gundê wan yek ji gundê herêma derdora wan ê herî mezin bûye û got ku gundê ewil di sala 1992’an de pişt re jî di sala 1993’an de bi temamî hatiye şewatindin û bi darê zorê hatiye valakirin gudê wane. Turkan, bibîr xist ku gundê wan ê wek koşeyek bihûştê ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi hovîtî hatiye şewitandin û wêrankirin. Turkan, da zanîn ku di sala 1993’an de ji aliyê leşkeran ve cerdevan hemû xênî û sewalên gund hatine şewitandin û wiha got: “Me zehmetî canê xwe rizgar kir. Hemû mal û milkên me hate şewatindin. Ji ber vî awayî me nikaribû tu tiştek xwe ji gund rizgar bikin. Hemû gundiyên me bûn wek noka li tatê ketî ji hev belav bûn. Li her deverî belav bûn.”

‘Însan vê zilmê nake´

Welatiyê bi navê Halîl Yigîttekîn yê ev 19 salin li navçeya Tarsus a Mêrsînê dijî û cara yekem ji bo serdanê hate gund. Yigîtekîn, diyar kir ku leşker û cerdevanan li hember wan pêkanînên bi hovane pêk anîne û bal kişand ser wahşeta leşker û cerdevanan.. 

DIHA/SÊRT