Li gorî baweriya civaka Êzdî di meha nîsanê de keç û xort nazewicin, ango dawet nayê çêkirin, ji ber ku nîsan di heman demê de weke bûka salê tê binavkirin.

AYSEL AVESTA

Çarşema serê Nîsanê

Şerfedîn Mîr e li dîwanê

Qewîm bikin Îmanê

Ev e cejna Kurdistanê

Li gorî baweriya civaka Kurdên Êzîdî di roja çarşemê de Xweda, xwedawend û mirov digihîjin hevdu, erd û ezman dibe yek.

Ji ber vê yekê, Çarşema Serê Nîsanê pîroz e, ji ber ku pîroz e, sor e; xwîn li jiyanê digere. Pêşiyên me bi vî navî ew bi bîr anîne, jê re gotine Çarşema Sor. Di qewlekî de jî jê re dibêjin, “Çarşem perîkiras e, ji me re danî esas e, nabe xwe ji toqê bikî xelas e”

Di wê roja çarşemê de tê gotin, dema mirov berê xwe bide roja serê sibê û tîrêjên wê yên pîroz bi kefa destê xwe zeft bike û di serçavê xwe bide, jiyana berê li paş dimîne, jiyan ji nû ve dest pê dike. Di sala nû de hêvî geş dibin û mirov li dû hêviyên nû dibeze.

Destpêka jiyanê ye hêk

Di meha Nîsanê de ango Çarşema Serê Nîsanê de, dinya diheje, ruhber ji xewa zivistanê hişyar dibin. Roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çiya bi kulîlkan dixemilin.

Nîsan dibe bûkeke xwedawendî, gul û kulîlk jî dibin xêliya wê ya sor ku berê wan kulîlkan tim li roja pîroz e, û rengên xwe ji tîrêjên wê digirin.

Ew roj, roja hêkan e. Rengê sor ê pîroz, bi hêkan re dibe yek. Hêkesor dibe bereket li nav mal û zeviyan digere. Hêk dinya bixwe ye, gilover e, li dora xwe digere. Hêk bingeha tevahî ruhberên dinyayê ye, tov e, toxim e, bizr e; tev ruhberên li ser dinyayê ne, gul û kulîlk in, dar in, kêzik in, sêva sor e, bizina kol e. Jixwe, di mîtolojiya Êzdiyan de jî gerdûn ji hêkekê ya rastî ji durreke mîna hêkê (yan jî hêkeke mîna durrê) peyde bûye.

Bazinbarên jiyanê kes, sor û zer in

Herwiha ji rengê kesk, sor û zer bazinbar (basimbar) tên çekirin; ev bazinên ji benên sê rengî ne. Bêrivan ji bo bereket bikeve şîrê satilên wan bazinbaran bi satilên xwe ve dikin. Ji bo pez û sewalên wan çavînî nebin û ji belayê bên paraztin, bazinbaran bi wan ve jî dikin.

Di heman demê de ew bazinbar li hemû ferdên malê, dost û hevalan tên belavkirin; û yên ku bazinbarî dixe destê xwe, divê miradekê bixwaze dema ku ew tayê kesk, sor û zer ji destê wî/wê ji ber xwe bikeve, wateya wê ew e ku mirada wî/wê wê pek were.

Di ser bûka salê re bûk nabin

Di wê rojê de keç û bûk bi xeml û xweşikbûna xwe bi Nîsanê re dikevin pêşbirkê. Bûk şarên reşê bi şirik li ser kitanên sipî girêdidin, berenîkên bi pelikên zêr hatine xemilandin li bin şarê girêdidin. Keç, şarên reş ên xetên mor di nav re derbas dibin, li ser porên xwe girêdidin û bi tacekulîlkan şarên serê xwe dixemilînin.

Li gorî baweriya civakê di meha nîsanê de keç û xort nazewicin, ango dawet nayê çêkirin, ji ber ku nîsan di heman demê de weke bûka salê tê binavkirin. Û dibêjin bûk li ser bûkê çêna be. Ji ber ku ew roj cejn e, divê bi kêf û şahî bê pîrozkirin.

Deng û reng bi hev re di nav govendeke bi eşq de, di nav çemê evînê de diherikin. Awazên def û şibaban ber bi ezman ve bilind dibin, keskesoran silav dikin.