Doh li Şengalê artêşa Iraqê li nuqteya Tirbika gule li wesayîta YBŞ’ê barandin. Hêzên YBŞ’ê jî bersiv da êrişê û li ser vê yekê şerekî demkî çêbû.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) da zanîn ku di êrişa pêr danê êvarê ya li hemberî wesayîteke wan de 2 şervanên wan şehîd bûne, 3 şervan jî birîndar bûne. Fermandariyê diyar kir ku ev êriş ji aliyê komên provakator ve hatiye kirin û got, “Em bawer dikin ku artêşa Iraqê jî wê helwêsteke erênî nîşan bide. Ev provokator nagihîjin armanca xwe û em bawer dikin ku ev bûyer wê di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyeke bihêztir çêke.”
Dixwazin aramiya Iraqê xira bikin
YBŞ’ê êrişa li dijî hêzên xwe, weke provokasyon bi nav kir û got, “Em YBŞ di vê mijarê de erka ku ketiye ser milê me, me pêk anî. Em dizanin ku êrişa pêr êvarê li ser hêza me çêbûyî, di encama provokasyonekê de pêk hatiye. Ev ne nêzîkatiya artêşê ye, nêzîkatiya komeke provokator e ku dixwazin aramiya Iraqê xira bike, tevlîheviyan çêke. Hinek kesên ku dixwazin navbera gelê Êzîdî û Iraqê xira bikin, ev êriş kirine.”
Bûn fedayên Êzîdxanê
Fermandariya YBŞ´ê li ser şehadeta her dû hevalên xwe jî ev nirxandin kir: “Di encama ve êrişê de du hevalên me yên bi navê Rustem Hussiyan û Agir Çêlkî şehîd bûne. Hevalê me Rustem di dema fermanê de ji Ermenistanê, malbata xwe hişt û xwe ji bo vê fermanê kir mertal, bi ked û fedekariyeke mezin bû têkoşerekî axa Şengalê.
Heval Agir Çêlkî jî bi fedekariyeke mezin di emrekî ciwan de, di bipêşxistina hêza civaka Êzîdî de bû xwedî ked û têkoşîneke pirr bi rûmet.”
YBŞ´ê di dawî de got; “Em di wê baweriyê de ne ku piştî bûyereke wiha, wê Artêşa Iraqê bi daxuyanî û helwêsta pêwîst bi awayekî erênî nêzîk bibe. Em bawer in ku bi saya xwîna şehîdan, ev komên provokator wê negihîjin armancên xwe û ev bûyer di navbera me û artêşê de bibe sedema hevsengiyeke bi hêztir.”
Me di fermanê de ew dîtin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê êrişa hêzên Iraqê ya li dijî wesayiteke YBŞ’ê rûreş kir û got, “Me di fermanê de dît ka çawa hikûmeta Iraqê keç û zarokên me neparastin û Êzîdxan di nava destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Îro jî li şûna ku di parastina civaka Êzidî de xwe berpirsyar bibîne, êrişî me dike. Ji Nîsana 2018’an û vir ve, piştî ku artêşa Iraqê hat herêmê, gelek caran êrişî ser xelkê me kiriye, zext li ser keç û xortên me meşandiye, di her alî de jiyan li me teng kiriye û em xistine nava dorpeçê. Wekel, çawa ew derî girtin ku keç û xortên me ji bo rizgarkirina miletê xwe bi xwîna xwe vekiribû.”
Bi ruhê berxwedanê serî hildin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dawiyê de got, “Lazim e xelkê me li beramberî planên dewleta Iraqê hişyar be û rê nede ku dewlet îradeya azad a civaka me binpê bike. Di heman demê de daxwaz ji gelê xwe yê li herçar aliyê Kurdîstan û derveyî welat dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê serî hildin û li pêşberî saziyên neteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan, van êriş û binpêkirinên îradeya civaka me ya Êzîdî şermezar bikin.”
ŞENGAL