- Li seranserê Ewrûpayê êrişên qirker ên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê hatin rûreşkirin. Kurdistaniyan û dostên wan hem bang li dewletên Ewrûpî kir ku helwêstê nîşan bidin, hem ji welatiyên van dewletan xwestin tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.
Li çar aliyên Ewrûpayê dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin. Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Hamburg, Kiel, Frankfurt, Bayreuth, Dusseldorf, Stuttgart û gelekên din, li bajarên Fransayê Parîs, Marsîlya, Bordeaux û Rennesê, li paytexta Ingilîstanê Londonê, li bajarê Awusturyayê Grazê, li paytexta Danîmarkê Kopenhagenê, paytexta Norwêcê Osloyê û gelek deverên din Kurdistaniyan û dostên wan bi meş, mîtîng û xwepêaşndanan êrişên qirker ên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û deverên din şermezar kir.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî tevî dostên xwe li Hermanplatzê kom bûn û bi meşekê komkujiyên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kirin, şermezar kirin. Li gel nûnerên saziyên civakî yên sivîl gelek Elman jî tevlî çalakiyê bûn.
HAMBURG: Li bajarê Elmanyayê Hambûrgê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û HDP’ê hatin protestokirin.
KIEL: Li bajarê bakurê Elmanyayê Kielê jî êrişên dewleta Tirk a qirker hatin şermezarkirin. Çalakgeran pankart û posterên Rêber Apo hilgirtin.
FRANKFURT: Li Frankfurtê çalakiya li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk saet 14.00’an li pêşiya HBF’ê dest pê kir û li Hauptwacheyê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang hate kirin da ku Elman, Kurdistanê û xelkên din tûrîzma û kelûpelên Tirkan were boykotkirin.
BAYREUTH: Gelek xwendekarên Elman û Kurdistanî tevlî çalakiya li dijî êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bûn. Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Sosyalîst a Zanîngeha Bayreuthê çalakî li dar xist.
GIESSEN: Bi meş û mîtîngekê dewelta Tirk hat protestokirin. Meclîsa Jinê ya Berçem çalakî organîze kir. Çalakgeran sloganên “Erdoganê Terorîst”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kurdistanê“ gotin. YXK û JXK´ê jî destek da çalakiyê.
DUSSELDORF: Li paytexta Eyaleta NRW’yê Dusseldorfê Kurdistaniyan li ber avaniya Eyaletê ya Konfederasyona Sendîkayên Elman (DGB) çalakî kir. Dagirkerî û komkujiyên Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hate gotin artêşa Tirk li Başurê Kurdistanê 5 Kurd şehîd kirine û Tirk pişta xwe didine hêzên navneteweyî û vê wêrekiyê dikin. Qederê 2 hezar kesî tevlî çalakiyê bûn, çalakî li ber avahiya radyo û televîzyona dewletê WDR’ê qediya.
SAARBRUCKEN: Mîtîng li Tblîsser Platzê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin komkujiya ku DAIŞ‘ê temam nekirî Erdogan didomîne. Di çalakiyê de derheqe êrişkariya dagirkeriya qirker a Tirk de belavok hatin belavkirin.
PARÎS: Kurd û dostên wan li Qada Republiqueyê hatin ba hev, bi posterên Rêberê Apo, bi alayên YPJ, KCK û YPG’ê meşiyan. Di çalakiyê de sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ û ‘Erdoganê terorîst’ hatin gotin.
MARSÎLYA: Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê jî Kurdistanî û dostên wan li Meydana Canabierreyê kom bûn û heta Meydana Vieux Portê meşiyan. Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê qatil’ û ‘Bimire Xiyanet’ hatin gotin û siyasetvan Cemal Serhat axivî.
BORDEAUX: Bi sedan kes tevlî çalakiya bi pêşengiya NCDK-Bordeauxê û Meclîsa Jinê bûn. Di çalakiyê de nûnerê NCDK-Bordeauxê Mehmet Varto got, nerazîbûna li dijî êrişan divê timî bê nîşandan.
[caption id="attachment_254945" align="alignnone" width="989"]

Rennes[/caption]
RENNES: Li vî bajarî çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan bû mijara sereke ya çapemeniya herêmî. Çalakiya NCDK-Rennes û ZIN 35´ê, bi naverok û sernûçeyên “li dijî bombebarandina dewleta Tirk” hatin weşandin. Çapemeniyê gotinên Kurdistaniyan bi kar anîn, û peyvên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê nivîsandin. Nûnerên Tevgera Aştiyê ji bajarê Ille-et-Vilaine jî di çalakiyê de hazir bûn û destek dan Kurdistaniyan.
GRAZ: Li vî bajarê Awusturyayê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Hauptplatzê kom bûn û bombekirina Başûrê Kurdistanê û qetilkirina sivîlan şermezar kir.
LONDON: Li vir Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dagirkeriya qirker a dewleta Tirk protesto kir. Di çalakiya li Edmonton Angel Cornerê de Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyan li Brîtanyayê Îsrafîl Erbil peyivî û got, “Li Şengal, Roboskî, Mexmurê bombeyan bi ser miletê Kurd de dibarînin. Virûsek heye ku miletan û mixalifan ditepisîne. Em ê li dijî vê vîrusê heta ku Kurdê dawî azad bibe bibin Kurd, heta Elewiyê dawî azad bibe bibin Elewî û heta Êzîdiyê dawî azad bibe jî bibin Êzîdî.”
KOPENHAG: Li paytexta Danîmarkayê, Kurdistaniyan û dostên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Li ser navê Partiya Sor û Kesk parlementer Soren Sorengaard got, Erdogan di 15’ê Hezîranê de bi balefiran li Şengal, Mexmûr û Qendîlê li sivîlan daye: “Ev faşîzm divê êdî raweste.”
OSLO: Li paytexta Norwêcê, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakî hebû. Di çalakiyê de dewleta Tirk hat şermezarkirin û her wiha dewletên Ewrûpayê ji ber bêdengiya li pêşberî êrişan hatin rûreşkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN