Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk ê ji HDP’ê bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, ji rojnamevan Ahmet Kanbal re peyivî û got, baweriya wan heye ku demokrasî li Tirkiyeyê bi pêş bikeve: “Lê ev dê bi têkoşîna me derkeve holê. Ev têkoşîn hîna destpêk e.”
Ahmet Turk tevî Febrûniye Akyol di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de, ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatibûn hilbijartin, di 16’ê Mijdara 2016’an de jî Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk ew ji kar dûr xistin û li şûna wan qeyûm wekî dagirker tayîn kir. Turk demekê jî girtî ma, belê ji ber zextên raya giştî ew hatibû berdan. Turk ji Partiya Demokratîk a Gelan bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û gotibû: “Ev ji bo me rovanş û ji bo gelê me jî ezmûnek e.”
Gel qeyûman naxwaze
Turk got, gel qeyûman naxwaze û wiha peyivî: “Ji derveyî daxuyaniyên gel, ti daxuyaniyên din me elaqedar nakin. Êdî qeyûm tayîn dikin, yan jî helwêsteke cuda raver dikin ji bo me qet ne xem e. Va ye em dibînin siyaseta Tirkiyeyê di çi halî de ye. Ev gel qeyûm naxwaze û li dijî îpoteka li ser vîna xwe, li ber xwe dide. Divê em vê nîşan bidin û îspbat bikin. Li Amedê qeyûmek weke bernamzet nîşan dane. A girîng ew e ku gel li dijî van polîtîkayan helwêsta xwe dane holê. Ev têkoşînek e. Destpêkek e.”
Kurd nebe demokrasî jî nîne
Ahmet Turk, di dawiyê de îşaret bi girîngiya hebûna KUrdan di siyasetê de kir: “Ji bo ku em bajarên xwe ji bin destê partiya desthilatdar rizgar bikin, em tim qala tifaqeke xurt dikin. Çi dibe bila bibe divê ev tifaq bê avakirin. Heta ku Kurd nebin, demokrasî û azadî bi pêş nakeve.”
MA / MÊRDÎN