Dema ku bi hezaran xwepêşandêrên xirîstyan dixwestin çalakiyekê li ber avahiya televîzyona delwtê ya li Qada Masbîro ya li Qahîreya Misrê li dar bixin ji bo şermezarkirina dêrekê ku li Eswanê hatiye xirakirin alozî derket.
Li ser nerazîbûna hin ciwanên misilman ên ji vê çalakiyê di navbera wan û xwepêşandêrên xirîstyan de alozî derket û ber bi seatên êvarê de ev alozî vegeriya şer û pevçûnan. Pevçûnan bi keviran dest pê kir û hêdî hêdî bûyer berfireh bûn û hin dikan û wesayîtên li ser rê hatin şewitandin.
Piştî biserketina şoreşa gelê Misrê ya li dijî rejîma Mubarek çavê her kesî li xwarina fêkiya serkeftinê ye lê şerê di navbera misilman û xirîstyanan yek ji problemên cidî yên Misrê ne.  Ev ne cara yekem e ku di navbera xirîstyan û misilmanên Misrê de şer derdikeve û wiha xuyaye ku dê ne cara dawî be jî. Berî niha jî li Qahîre û Îskenderiyeyê bi êrîşa li ser dêrekê alozî dest pê kiribû û di wî şerî de dîsa gelek kes hatibûn kuştin.
Wiha xuyaye ku piştî hilweşîna Rejîma Husnî Mubarek dê gelek nexweşiyên ji wê pergalê mane jî derkevin holê. Ev mijara nakokiyên di navbera xirîstyan û misilmanên radîkal ên Misrê de berî ku çareser bibe dê derî li gelek nakokî û aloziyan vebike.

Li bajar rewşa awarte hate îlankirin û artêşê hewl da ku bikeve navbera herdu aliyan da ku wan ji hev bike. Ciwanên misilmanan bi sloganên ‘Alahu Ekber Alahu Ekber’ û yên xirîstyan jî bi slogana ‘bi can bi xwîn em bi tere ne ey xaça me’ li kolanan meşiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN