
Mîtînga "Na" ya Partiya Gelan a Demokratîk ya li Mêrsînê doh bi beşdariya hezaran kesî pêk hat. Di mîtînga ku coşeke mezin hebû de welatiyan daxwaz kir ku Selehattîn Demirtaşê hevserokên HDP bê bedan. Mîting bi tevlîbûna berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatîce Şahîn gel sliav kir. Endama MP a HDP'ê Asiye Kolçak û bi hezeran kesî dest pê kir.
Parlamenterê HDP’ê Osman Bademîr di mîtînga partiya xwe ya Mêrsînê de bi bîr xist ku Kurdên bêjin ‘NA’ û got: "Ev paketa faşîzmê ye. Ev paketa dijminatiya Kurdan e."
Piştî koma Waweylî derket ser dikê û stranên xwe gotin, govend hatin gerandin. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatîce Şahîn gel sliav kir û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li welat pêkûtî tê kirin.
‘Li dijî Qetlîaman NA’
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand li ser qatlîamên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û got: “AKP'ê li dijî têkoşîna gelê Kurd şer dest pê kiriye. Lewma divê bêjin ‘Na’. Em ê ji bo zindanan bibêjin Na. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê em ê bibêjin Na."
‘Gelê Kurd wê bêje NA’
Piştre Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got ku ew ê "Na"yê xurt bikin di 16'ê Nîsanê de jî di sandoqan de vê yekê nîşan bidin. Baydemîr anî ziman ku 16'ê Nîsanê pirsgirêka partiyan nîne pirsgirêka hemû civakê ye. Baydemîr li hemberî anketa şîrketekî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku tê gotin gelê Kurd dibêje erê, lê di 16'ê Nîsanê de gelê Kurd wê bersivê bide vê şîrketa anketê û got: “Ev paket paketa faşîzmê ye. Ev paketa dijminatiya Kurdan e."
MÊRSÎN