Xelîl Xemgîn: Heger em nebin yek, sedsaleke din jî wê ji me biçe. Îsyana ji ber qetilkirina zarokan û dermanê êşa dayikên dikin hewar jî, çûna serî ya tifaqa neteweyî ye.

Zozan Derik: Êrişên cidî li dijî çar parçeyên Kurdistanê hene. Bêyî ku li îdeolojiya wan binihêrin Kurdan dikujin. Em 40 milyon Kurd bibin yek, kes nikare êrişî me bike.

 Hikmet Serbilind: Heger em li ser rêya yekîtiyê bi pêş ve biçin û azad bifikirin, em ê çarenûsa xwe diyar bikin. Heger em xwedî li hêza xwe dernekevin em ê firsendên dîrokî ji dest bidin.

HULYA EMEÇ / CENEVRE

Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a pêr ji Lozanê dest pê kir, doh êvarê li Cenevreyê bi dawî bû. Zêdeyî 100 siyasetvan, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên sazî û partiyên Kurdan beşdarî meşê bûn. Beşa duyê ya meşê piştî bernameya siyasî û çandî ya pêr bi şev çêbû. Di dema bernameya siyasî û çandî de beşdaran peyamên zerûrîbûna yekîtiya neteweyî dan. Wan got, “Ji bo ku sedsaleke din jî ji me neçe, em mecbûr in bibin yek.”

Derman tifaqa neteweyî ye 

Beşa destpêkê ya meşê pêr li bajarê Swîsreyê Lozanê bi civîna çapemeniyê dest pê kiribû û êvarê li bajarê Renensê bi dawî bûbû. Li vir beşdarên meşê peyamên yekîtiya neteweyî dan. Hunermend Xelîl Xemgîn li vir bang li hunermendên Kurd û miletê Kurd kir da ku li her taxê, li her gundî, li her bajarî derî bi derî bigerin bibin yek, tifaqê çêkin û wiha dewam kir: “Em partiyên siyasî ji bo ku yekîtiya xwe bibin serî, han bidin. Dijminên me, hev du jî bikujin, dema mesele bûn Kurd, ew dibin yek. Em çima tifaqa xwe nakin! Ez rica dikim, êdî dengê qêrîna zarokan hewara dayikan bibihîzin! Roj roja namûsê ye, ha ev roj e. Heger em nebin yek, sedsaleke din jî wê ji me biçe. Îsyana ji ber qetilkirina zarokan û dermanê êşa dayikên dikin hewar jî, çûna serî ya tifaqa neteweyî ye. Ti kes nikare xwe ji vê erkê bide alî.”

Ji bo Kurdistana azad

Piştre li salona pêşandanê ya Renensê bi beşdariya meşvanan panelek li ser mijara yekîtiya neteweyî bi moderatoriya rojnamevanê Rojhilatî Cemal Zariya çêbû. Serokê Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind, nûnerê Tevgera Gorran li Ewrûpayê Hesen Muhemed, nûnerê YNK´ê yê li Ewrûpayê Azad Abdulahreşîd, nûnera PYD´ê Zozan Derik û nûnera Tevgara Azadî Nadiya Mizûri beşdarî panelê bûn.

Hikmet Serbilind di panelê de got, “Heger em li ser rêya yekîtiyê bi pêş ve biçin û azad bifikirin, em ê çarenûsa xwe diyar bikin. Heger em xwedî li hêza xwe dernekevin em ê firsendên dîrokî ji dest bidin.”

Hesen Muhemed jî got, “Li Rojava û Başûr destketiyên me hene. Ew jî bi berdêlan çêbûne. Bila ti kes Kurdistanê bi gorî berjewendiyên xwe neke. Divê em ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin.”

Başûr bila bi dewra xwe rabe

Azad Abdulahreşîd jî got, “Divê em yekîtî û têkoşîna xwe biparêzin. Hikûmeta Başûr dikare gelek tiştan bike. Nexasim ji bo avakirina yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê dikare bi dewra xwe rabe.”

Zozan Derikê jî wiha peyivî: “Îro em bi hev re radibin û rûdinin û ev hem hêviyê bi me re çêdike û hem jî moral dide me. Lê divê ev dewam bike. Êrişên cidî li dijî çar parçeyên Kurdistanê hene. Bêyî ku li nasname û îdeolojiya wan binihêrin Kurdan dikujin. Divê bi hev re em bibêjin êdî bes e. Em 40 milyon Kurd bibin yek, kes nikare êrişî me bike.”

Herî dawî Nadiya Mizûri behsa têkoşîna jinan û cihê wê di yekîtiyê de kir û got, “Weke jin li mal, li kolanan divê em li dijî dewletê şer bikin. Em pirsgirêkên xwe daynin aliyekî û bi hev re ji bo yekîtiyê têbikoşin. Niha ti Kurd ewle nîne. Divê hikûmeta Başûr li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwêsteke zelal, dewleta Tirk boykot bike.”

Bi hev re ´Herne pêş´

Li dû panelê jî hunermendên Kurd ên tevlî meşê bûn konsereke bi heybet dan. Di konserê de hunermedan hemûyan bi hev re sirûda ‘Herne Pêş‘ got. Di nava wan hunermendan de Kawa, Beser Şahin, Şivan Perwer, Şemdîn, Peyman, Diyar, Hozan Emekçî, Seyidxan, Ali Baran jî hebûn

Li ber NY´yê mîtîng

Doh nîvrojê beşa duyê ya meşê li Cenevreyê ji Place de Neuve dewam kir. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, meşvan ber bi Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dimeşiyan û li wir diciviyan.

Meşvan li gel banga ji bo yekîtiyê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî dikin da ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji saet 18´an û pê ve jî wê mîtîng li vê meydanê çêbûba û çalakî bi dawî bibûya.