Wezîrê Karên Derve Salih Gedo di heman demê de sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê ye. Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê heta Çileya 2014’an jî di nava ENKS (Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê) de cih digirt. Gedo jî Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKS bû. Daxwaza partiya wî ew bû ku ENKS beşdarî rêveberiya xweseriya demokratîk bibe. Dema ENKS beşdar nebû, Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê ji encûmenê veqetiya û beşdarî rêveberiya xweser bû. Salih Gedo polîtîkaya derve ya Rojava û hewldanên ji bo naskirina statuya Rojava ji rojnamevan Arzû Demîr re vegot.

´Em vîna gel diparêzin´
Derbarê pirsa polîtîkayên derve ya Rojavayê Kurdistanî çi ye Gedo wiha got: “Armanca me parastina berjewendiyên gel e. Pêwîstiya berjewendiyên gel çi be, em jî dîplomasiya xwe ya neteweyî li gorî wê dimeşînin. Em dixwazin bi dewleteke em xwedî sînorê ji 600 kîlometreyî ye, têkiliyên me baş be. Ya girîng ew e ku gelên Ereb, Kurd yan jî Faris ji têkiliyên dîplomasiyê çiqasî sûdê werdigirin. Di van rojan de karê me yê destpêkê naskirin û danasîna kantonan e. Di vî warî de hewldanên me li qada navneteweyî çê bûn. Her wiha me bi gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî re hevdîtin pêk anîn. Bi partiyên çep, sosyalîst û demokrat ên li Ewropayê re em hatin cem hev. Me ji wan re jî xweseriya demokratîk vegotin û bi demdirêjî em axivîn. Ji aliyê siyasî û aborî ve me alîkariya wan xwestin. Em weke gelên Rojava, li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê şerekî giran jiyan, dijîn. Ji aliyê leşkerî û siyasî ve pêwîstiya me bi alîkariyên cidî heye. Em di wê baweriyê de ne ku encamên van hevdîtinan wê xwe bidin der. Ew jî hêdî hêdî tên serdana me. Em li bendê ne ku di meha pêş de gelek komîteyên Ewropî bên serdana me.”

´Sîstema me baş dinirxînin´

Gedo derbarê têkiliyên bi nûnerên Ewrupa û Emerîkiyan re jî ev agahî dan: “Nûnerên Ewropî û Amerîkî yên me pê re hevdîtin kirine, anîn ziman ku ew xweseriya demokratîk erênî dibînin. Gotin, “Ev gava we avêtin, modeleke nû ya ji komên pêkhateyên cuda ye.” Soz dan me ku ew ê alîkariyê bidin me. Kêfxweşiya xwe anîn ziman ku li Sûriyeyê hemû nasname li gel hev dijîn. Destnîşan kirin ku ev sîstem dikare ji bo gelên herêmê bibe rêya çareseriyeke baş. Wezareta Karên Derve ya Norwêcê em bi awayekî fermî pêşwazî kir. Li Parlamenta Ewropa ya li Strasbourgê me axaftineke ji 10 deqeyan a bi Kurdî kirin. Dan xuyakirin ku ew ê destekê bidin me û di demeke nêz de bên serdana me. Ji ber ku hevdîtina destpêk bû, ji aliyê fermî ve naskirin yan jî morkirina peymanekê nebû. Lê belê me dîtin ku dixwazin piştgiriyê bidin me.”

´Ji bilî PDK başûr me nas dike´
Salih Gedo anî ziman ku hevdîtina wan ya destpêkê bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bû û wiha pêde çû: “Em hefteyekê li Silêmanî man û ji bilî PDK’ê em bi hemû partiyên siyasî re rûniştin. Me xwestin bi PDK’ê re jî hevdîtinê bikin, lê ew li wir ne amade bûn. Li wê derê hemû partiyan diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin me. YNK, ji bo naskirina xweseriya demokratîk pêşniyarname da Meclîsê. 68 parlamenteran bi îmzeya xwe re ev pêşniyarname qebûl kirin. Me jî ji wan re destnîşan kir ku dikarin li Rojava nûnertiyên partiyên siyasî vekin. Wan jî ev pêşniyar qebûl kirin. Bi vî rengî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de têkiliyeke xurt dikare bê danîn. Me bi nûnerên Iraq û Tirkiyeyê re jî hevdîtin kirin. Nêzîkatiyên wan neyînî nebû. Anîn ziman ku ew dixwazin têkiliyeke dostane deynin.”

´Tirkiye şaşiyê dike´
Gedo derbarê polîtîkayên dewleta Tirk ya têkildarî Rojava jî ev xal destnîşankirin: “Heyeta me li Enqere û Stenbolê bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir. Dewleta Tirk heta niha stratejiyeke du alî şopand. Dema bi me re hevdîtinê dike, nêzîkatiyeke erênî nîşan dide. Tînin ziman ku divê ji me re alîkarî bê dayîn, piştrevanî bê kirin. Di ser re diyar dike ku ew dikarin deriyên sînor jî vekin. Her sê kantonên me jî ji aliyê aboriyê ve bi kêmasiyên cidî re rû bi rû ne. Sedema herî mezin a vê yekê, girtina deriyên me yên sînor ên bi Tirkiyeyê re ne. Em dizanin ku Tirkiye ji bo li dijî Rojava derkeve, destek da komên Îslamî yên radîkal ên mîna DAIŞ‘ê. Lê bi dîtina min divê Tirkiye vê bibîne: Ev komên bi vî rengî yên êrîşkar xizmetî berjewendiyên ti gelî nakin. Ev ê xizmetî dewleta Tirkiyeyê jî neke. Dewleta Tirkiyeyê bi PKK’ê re pêvajoya muzakereyê dimeşîne. Eger dixwaze di wir de serketî be, pêwîste polîtîkaya xwe ya der barê Rojava de biguherîne, berjewendiyên gelan li ku be berê xwe bide wir.”

´Rejim hildiweşe´
Li ser rejima Sûriyê jî Salih Gedo destnîşankir ku eger di dema pêş de hevdîtinekê bikin, ji xwe ewê vê li pêşberî televîzyonan, li pêşberî raya giştî bikin, ku gel bibîne  û wiha got: “Mûxalefeta Sûriyeyê jî di nav de bi gelek derdorên li Sûriyeyê re têkiliya me heye. Ya di vir de girîng ew e, ku em ê çawa karibin jiyaneke demokratîk pêşkêşî gel bikin. Di dema serdana xwe ya li Bexdayê de ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçer, me bi hemû berpirsyarên deriyên sînor ên hikûmeta Iraqê re hevdîtin kirin. Demekê vebû, lê belê piştî ku DAIŞ ket Mûsilê hat girtin. Di mijara Sêmalka de jî zêde tiştek nehat kirin. Hêviya me ji dewletên herêmê ye. Eger bê naskirin, wê ew nas bikin. Bi dîtina me, ji bilî diyarbûna pêşeroja Sûriyeyê statuya Rojava wê bê naskirn.


ARZÛ DEMÎR/QAMIŞLO