Gefên dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Koalîsyona Navdewletî ji baregehên xwe li ser sînorên bakurê Sûriyê û Tirkiyê ket rojave hemû cîhanê. Piştî biryara vekişînê ya rêveberiya Trump ku got: Dewleta Tirk wê di demeke nêz de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û DYE`yê wê destwerdanê neke. Wê dev ji QSD`ê ya ku di nava çend salan de alîkarî da wan, berde û bi tena xwe şerê Tirkiyê bike. Kanala NBC News a Emerîkayê li ser mijarê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) Mezlûm Ebdî re peyivî. Evdî der barê gefên dewleta Tirk û biryara Emerîkayê ya vekişînê û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê de got,” Ev biryar zerarê dighîne baweriya Sûriyê ya bi DYE`yê her wiha zerarê dide rastiya DYA`yê. Bi rastî ev yek hêviyên me dişkîne. Ji ber wê jî berpirsên leşkerî yên Emerîkayê bang li Koşka Spî kir ku dev ji kurdên li Sûriyê di bin zexta Tirkiyê de, bernede. Ev biryar dê bihêle şervanên ku li kêleka leşkerên Emerîkayê li hember DAIŞ`ê sekinîn, canê xwe bidin. Şervanên me beriya êrişeke muhtemel ji hêla dewleta Tirk ve, berê xwe dan sînor. Niha li girtîgehan,12 hezar û 200 girtiyên çeteyên DAIŞ’ê hene. Jê jî 2 hezar çeteyên biyanî ne û 10 hezar jî ji yên Sûriyê û Iraqê ne. Şervanên ku berê ji bo nobetdariya girtîgehan hatibûn erkdarkirin, niha berê xwe didin sînor û xwe ji bo şerê li dijî artêşa dewleta Tirk amade dikin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN