GULANAVRÊL

Zap, ya ku her tim li ser dika dîrokê qebqebû kiriye ji dagirkeriyê re. Ya ku ji bo gerîlayan bûye warê egîdî û lehengiyê. Ew her tim dizê û di welidîne di nava dilê xwe de…

Zap, ya ku di nava xwe de zilm, desthilatdarî, talan, dagirkerî û mêtingeriyê dikuje. Ya ku her tim bi serbilindî û şanazî serê xwe radike û bi çavên tijî hêvî, serketî li Zagrosê meyze dike. Weke ku ji Zagrosê re bibêje, ez bi te serbilind im, tu jî bi min serbilind be. Ez bi wê roja ku ji nava ruhê te dertê, ruhê xwe germ dikim; tu jî bi wan ruhên ku di nava dilê min de diwelidin…

Gava me ji bo peywirekê berê xwe da herêma Zapê, em xweşhal bûbûn. Ji ber ku gava dibêjin, Zap weke ku roniyek geş xwe li rûyê me û bedena me bipêçe, ewqasî bi heybet e. Bêguman bi vî awayî ye jî, jixwe rewnaqiya wê ji wan ruhan e ku di nava xwe de dihewîne. Ti carî li hember neyaran serê xwe netewandiye, li ber xwe daye, destan nivîsandine, jiyaye. Bûye stran, bûye melodî, bûye ritma tekoşînê û ji bo gerîlayan jî bûye warê evîn û azadiyê.

Çi li benda me bû, em ê çawa bikin, hewêsta me wê çi be, biçin ku derê; me pê nedizanî. Tişta ku me dizanî, berê me li Zapê bû, cihê ku her kes dixwaze bibîne, lê bijî û henaseyekê bikşîne nava bedena xwe. Çiyayên xwe bi berfê pêçabûn, hêdî hêdî serê xwe hildidan jor, ne ku serê xwe radikirin, em ber bi wan ve diçûn. Ango me serê xwe radikir jor. Her kêliyê ku em ber bi Zapê ve diçûn, kêliyên gelek xweş û mişt bûn. Jixwe, ew gerîlayên ku bi me re bûn, xwîngermiya wan, dilxweşiya wan bi hevokan nayê gotin û nayê nivîsandin jî. Wê demê, haya min ji derbasbûna demê nebû, ka dem çawa derbas dibe û saet çend e. Belê em gihiştibûn cem gerîlayan, yekem cihê ku gava mirov digihîje Zapê û cihê ku gerîla me pêşwazî dikin. Bi wê germahiya dilên xwe yên germ, bi hevokên germ bixêrhatina me kirin, bi rûkenî. Tevahiya gerîlayan ji bo me ketin tevgerê, yê ku av anî, yê ku pirs ji me kirin, ka me xwarin xwariye yan na. Ev germahî, ji bo her kesê bi vî awayî bû. Têkiliyên wan bi hev re, rêzgirtin û kêfxweşiya wan bi hev re, gelek cuda bû. Jixwe, ne mumkin e ku mirov di nava gerîlayana de biyanî be, xwe xerîb hîs bike. Ne ew destûrê didin vê yekê û ne jî tiştekî bi vî awayî qebûl dikin. Min li wir Arjîn nas kir, weke navê xwe tije jiyan û heskirin bû. Doga ya ku dilpak û zelal bû. Darşîn bejna wê weke şitla rihanê bû, jixwe meşek li ser bû, gava dimeşiya, mirov dixwest li meşa wê temaşe bike. Ango bi heybet dimeşiya. Çîçek bi xwe, ya ku navê xwe ji gul û beybûnên welatê xwe girtibû. Ya rastî, rûyek li ser gerîla Çîçek hebû weke wan berfên zozanan sipî û geş bû. Gava ez hevalan nas dikim, wisa hîs dikim ku her hevalek dibe nasnameya jiyan û paşeroja min.

Her çiqasî me nezanîbe jî çawa bû roj, lê ronahî xwe serwer kiribû û bi xwe re jî hewayeke gelek xweş û paqij anîbû. Bi ronahiyê re em ketin tevgerê... êêê, em li gel gerîlayan bûn, pêwîst e li gorî wan jî tevbigerin. Cihê ku me berê xwe dabûyê dûr bû, ji ber vê jî gerîlayek bi navê Cesûr bi me re da rê. Hem ji bo ku me bibe cihê ku em ê biçinê, di heman demê de jî rê nîşanê me dida. Gerîla Cesûr bi eslê xwe ji Colemêrgê bû, ev  pênç sal in ku li herêma Zapê dimîne, gerîlayekî bi heybet û esmer bû. Jixwe, gava qala Zapê dikir, ronahiyek ji çavên wî xwe dida der, ewqasî bi hezkirin qala Zapê dikir. Gava min ew ronahiya çavên wî dît, wê demê min ji xwe re got; “ya rastî mirovên ku dil û ruhê wan bi ronahî û germahiya ronahiyê tije nebe, nikare wê ronahiyê bi rêya çavên xwe jî li derdorê belav bike.”

Gerîla Cesur hem pirsên me dibersivandin, hem jî erdnîgeriya Zapê û cihên ku neyar xwestiye ji wan derbas bibe, lê li hemberî berxwedan û tekoşîna gerîlayan nekariye, nîşanî me didan. Gava qala berxwedana hevalên xwe dikir, peyv têra gotinên wî nedikir, ewqasî bi rêzdarî, minet, hezkirin gotinên xwe rêz dikirin. Erê, gava destê xwe dirêjî cihekî kir da ku ji me re qala wir bike, gerîla Cesûr bi hêrseke tolhildanê û di heman demê de bi serbilindî got; “ Evder Zap e Zap…” Van gotinan ez ber bi xwe ve biribûm. Di vê gotinê de bawerî, hêvî û serbilindiyeke gelekî bi wate dihewiya. Weke peyamenkê bû ji bo her kesê ku dixwaze Zap û Kurdistanê dagir bike, baweriya serketinê bû, hêrsa tolgirtina di dilê gerîla Cesûr de xwe dibişkivand. Piştî vê gotinê, gotin nemabû. Jixwe, carinan peyvek, carinan meyzekirinek bi tevahiya gotinan e. Yek ji wan gotin û peyvan jî yên ku ji nava dilê gerîla Cesûr derket û lêvên wî bi hêza watedayînê re li xweza û gerdûnê belav kir. Vê gotinê xwe li her dera Zapê da û deng veda.