STAR RANYA / QENDÎL

Hevala Viyan di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê tê dinyayê. Di nava malbateke feodal, eşîretparêz de mezin dibe. Dibistana xwe ya seretayî li dibistana Hewreman li Silêmaniyê dixwîne. Dibistana navîn jî li dibistana Peyman dixwîne. Ji ber ku hevala Viyan di dibistanê de pir zîrek bû, di nava tevahî xwendekaran de weke xwendekara herî jîr dihat nas kirin. Ji aliyê mamoste û hevalên xwe ve pir dihat heskirin. Hevala Viyan ji xwendinê pir hes dikir. Di wan salan de pirsgirêkên civakî mezin bûn. Her wiha di nava civakê de girîngî bi jinê nedihat dayîn. Di van salan de hûrûkûr li çareyê difikire. Lê piştî demekê ferq kir ku çavkaniya pirsgirêkan pergal e, û ji lewra li ber pergalê rabû. Her ku hevala Viyan ji pirs û nakokiyên xwe re bersiv didît, xwe di lêgera xwe ya azadiyê de bêhtir kûr dikir.

Dema ku hevala Viyan li sirê jiyana azad digeriya, êdî tekoşîna azadiyê ya ku li Bakurê Kurdistanê, bandor li Başûr jî dikir. Hevala Viyan di bihara sala 1997’an de  tevgera azadiyê nas dike. Di wir de bersiva rast ji pirsên xwe re dibîne. Ji lewra dixwaze tevlî nava refên tevgerê bibe. Bi taybetî jî ji ber ku dizanibû di nava rastiya eşîretên Başûr de ti tiştekî aîdê jinê nîne. Helwesta wê ya li dijî van irf û edetan, xwesteka wê ya tevlîbûna nava refên tevgera azadiya Kurdistanê zêdetir kiriye. Bi vî awayî piştî demeke kurt tevlî nava refên azadiyê dibe. Lê ji ber sedemê israra zêde ya eşîretê, hevala Viyan dubare dişînin malê. Lê belê, ji ber israr û biryardariya hevrê Viyan carek din tevlî nava refên gerîla dibe. Bi vî awayî tevahî irf û edetên eşîretê yên ku li pêşiya wê dibe asteng dişkîne û berê xwe dide serê çiyayên azad.

Ji ber êdî ew gihiştibû wê qenaetê ku kilîda lêgerîna jiyana azad di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê de ye. Bi vî awayî tevlîbûna wê bandorek pir mezin li ser xelkê bajarê Silêmaniyê dike. Lê belê ji ber ku eşîreta wê (eşîreta Caf) derketina jinê weke derketina ji qanûnên eşîrî dibîne û nikare vê rastiyê hezim bike, malbat careke din hevdîtinê bi heval Viyan re dike û tevahî rê û rêbazan li hemberî wê bikartîne ji bo ku îqna bike, lê belê ev rêbaz nikarin meş û lêgera wê ya azadiyê asteng bikin. Bi serî hildana wê ya li hemberî tevahî irf û edetên eşîretê ya ku di cewherê xwe de mafê jinê înkar dike û bi berê xwe dana çiyayên azadiyê re xwe di dibistana jiyana nû de qeyd dike. Bi gotina wê ya; ‘‘felsefeya Rêber APO ya ku şevên tarî ronî dike’’ girîngiyek pir mezin dide kûrbûna di felsefeya Rêber APO û pir caran dianî ziman; ‘‘Her ku ez dixwînim, ronîtir dibim û hin bêhtir êşên ku me wek jin û wek gelê Kurd kişandine ji kûrahiya dilê xwe hîs dikim.”

Heval Viyan di dibistana jiyanê de pir serkeftî bûû di dibistana şoreşê de jî bû xwendevanek serkeftî. Roja xwe bi awayek rêxistinkirî destpê dikir û girîngî dida perwerdeya şexsî. Bi qasî ku lênûs û pênûsa wê ji destê wê nediket, her demî dixwend û dinivîsî. Karibû sekna xwe ya tije samimiyet, menewiyat û bi ruhê hevaltî dagirtî di qadên jiyanê de biparêze da ku bi vê tevlîbûna xwe re herkesê li derdora xwe bandor bike. Her wiha bi sekna xwe ya sakîn û bi îrade, bawerî dida her kesê li derdora xwe. Jiyan û tevlîbûna ji rêzê qet qebûl nekir.

Her wiha ji bo şervanên nû gotinek wê ya pir xweş hebû; ‘‘Ew wek hevîr in, tu çawa dixwazî şekil bidiyê wiha şeklê xwe digrin û pêş dikevin, lê belê divê ew xwedî vînek pir xûrt bin.’’ Ji ber bi taybet xwe di ber tevlîbûna ciwanên Başûr de berpirsyar didît. Her tim bi şervanên nû re nîqaş dikir ku rastiya rêxistinê û rastiya Rêber APO bi wan bide naskirin. Wê her dem israr û tekoşîn dikir da ku kesayeta vîna azad û baweriya cewherî li beramberî sekna înkarker, xwe da bide ava kirin.

Hevrê û heval Viyan bi dilnizmî û rûkeniya xwe bala mirovan dikişand. Di tevahî qadên leşkerî, siyasî, civakî û her wekî din de girîngî dida rola jinê. Di van qadan de jî tevlêbûnek wê ya cewherî û aktîf hebû. Xwedî seknek biwêrek, azad û ji xwe bawer bû. Jiyan di asta azweriyê de hes dikir. Ji ber wê girêdana wê ya ji jiyanê re hêvî dida her kesê.

Hevala Viyan pir bi bawer bû ku wê şoreşa civakî bi şoreşa jinê re pêşbikeve. Jixwe di çalakiya xwe de jî ev anî ziman…Bi van hevokan xîtabî Rêbertî dikir; ‘Rêberê min, ger em yek kes jî li serê çiya bimînin, ez bawerim ku wê birdozî û felsefeya te bighêje serkeftinê. Pir kes plansaziyan dikin ku xeta te ya birdozî tesfiye bikin. Lê ez van nêzikatiyan qet cidî nagrim dest, weke îdîayên vala dibînim. Ji ber ku felsefeya te ya azadiyê êdî di dil û mejiyê bi milyonan mirovan de rûniştiye, bi taybetî jî di dilê jinan de.

Pirî caran ez jî weke hevriyên xwe yên şehîd ên ku bi çalakiyên xwe dijmin hejandine, dibêjim; “Xwezî ji canê min tiştek bi qîmetir hebûya ku min fedayê Rêberê xwe, gelê xwe û tevahî jinên êşkişandî bikira.”