Destana evîna Heso û Nazê ji aliyê Navenda Çandê ya Mezopotamyaya (NÇM) Wanê ve kirin şano. Şanoya evîna Heso û Nazê weke şanoyek dîrokî û muzîkal e. Destan ji beriya sed salan li herêma Serhedê hatiye jiyîn. Derhênerê şanoyê Haydar Aslan li ser şanoyê axivî û diyar kir ku ew bi kesên kursiyer ku heskiriyên şanoyê ne re dest bi vê xebatê kirin. Aslan anî ziman ku ev xebat hem ji bo perwerde dîtinê û hem jî ji bo hêz komê derbikeve holê wan da destpêkirin.
Aslan da zanîn ku cara yekem NÇM şanoyeke bi şêwazê muzakal çêkir û wiha got: “Wek şaxa NÇM’ê ya Wanê xebatên me yên şanoyê pir kêm bûn û careya yekemîn me şanoyek muzîkal amade kir. Şanoya Heso û Nazê ya ku wê di 18 çile yê de, ji 2 perdan pêk tê bi 2 promiyerên wê bê nîşandan. Promiyera yekem seat di 15.00’an û ya duyem jî seat di 19.30 de bên nîşandan. Wê şano di salona şanoyê ya dewletê a Wanê de were nîşandan.”

Armanc  vewandin e

Aslan anî ziman ku ew ê urf û edetên Kurdan nîşan bidin û destûrê nadin çanda wan bikeve bin bandora pergalan û wiha axivî: “Em ê karekterên Heso û Nazê bidin jiyîn.” Aslan da zanîn ku berhemên dîrokî bidin jiyîn karekî gelek girîng e. Aslan bilêv kir ku ji bo berhama dîrokî derbixin holê hevalên wan gelek lêkolîn kirin. Aslan destnîşan kir ku hevalên wan herêma ku bûyer lê hatî jiyîn, cil û berg, xweza, amûrên jiyanê lêkolîn kirine û wisa amdekariya şanoyê kirin.

Zehmetiyên kişandin

Aslan anî ziman ku ji ber listikvanên wan di jiyana rojane de tirkî dipeyivin û wan di warê zimanê Kurdi de kêmasî jiyîn û wiha pê de çû: ‘Herî zêde me zehmetî di ziman de kişand. Zimanê Kurdî yê şanoyî jî Kurdî bû û ji ber listikvan baş Kurdî nedizanî bandor li hestên wan dikir. Me bi komek ji 30 kes û di odeyeka biçûk ku beşên din ê hunerê têde tê kirin de kar kir. Her çiqas me zehmetî jî kişandibin ji bo hevalên me bi heskirî kar dikirin û m serkeftin. Em bi awayek kolektîf kar dikin û me senaryo jî bi awayek kolektîf, ji dengbêj û berhemên li ser destan Heso û Nazê heyîn bi hev re nivîsandiye.”

DÎHA/WAN